Deh hezar li Amedê serkeftina HDP'ê pîroz dikin
AMED (DÎHA) - Li qada Newrozê ya Amedê bi deh hezaran welatî li hev kom bûn û serkeftina HDP'ê ya hilbijartinê pîroz dikin. HDP'ê serkeftina vê hilbijartinê diyarî kesên di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan kir.
Gelê Amedê ku heta niha îmze avêtiye bin gelek serhildanan û herî zêde di qada siyasetê de derdikeve pêş, di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji 11 wekîlan 10 wekîl di bin baneyê HDP'ê de şandin meclîsê. Bi deh hezaran welatiyên Amedê bi boneya serkeftina HDP'ê ya hilbijartinê û serkeftina gelê Amedê pîroz bike şahî pêk anî. Bi deh hezaran welatiyên li Qada Newrozê kom bûn, bi coş û kelecanek mezin dest bi pîrozbahiyê kirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan polîsên hêzên çivîk bi dar û copan li derdora qadê rawestiyan. Ciwanên HDP'î jî ji bo parastina qadê mil xistin mil û ji mirovan zincîr çêkirin. Welatiyên derbasî qada pîrozbahiyê dibin di nokteyên kontrolê re derbas dibin u piştre derbasî qadê dibin.
Li aliyekî pîrozbahiyê dest pê kiriye û li aliyê din herikîna qada Newrozê berdewam dike. Li ser Platformê wêneyên Şeyhmus Kaçan, Ramazan Yildiz û Necati Kurul' hatin vekirin. Şahî dê bi stran û axaftinên namzetan berdewam bike.
(mae)