Ji sedî 13.1 deng, 6 mîlyon hilbijêr û 80 wekîl
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - HDP'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi serkeftinek mezin hilbijartin li pey xwe hişt. HDP'ê di vê hilbijartinê de ji sedî 13.1'an dengê 6 mîlyon û 52 hezar hilbijêran girt û 80 wekil şandin meclîsê.HDP'ê ji sedî sed dengê xwe zêde kir û ji gelek bajarên din wekîl derxist.
Berî hilbijartinê têkildarî rewşa partiyan gelek anket hat çêkirin. Di van anketan de her çend hat diyarkirin ku dê HDP bendavê derbas bike ji rayedarên hikûmetê Serokwesîr Ahmet Davûtoglu û Serokomar Tayyip Erdogan bê navber digotin HDP dê bendavê derbas neke. Piştî hilbijartina 7'ê hezîranê pêk hat, HDP'ê benda ji sedî 10 hilweşand û ji sedî 13.1 deng girt. HDP'ê li Tirkiye û Kurdistanê deng duqat zêde kir. Dengê partiya îxtîdarê jî ji sedî 9 kêb bû. HDP wekî partî yekem car bi navê xwe ket hilbijartinê û yekem car bend hilweşand HDP'ê di vê hilbijartinê de ji sedî 13.1 rêjeyê bi 6 milyon û 52 hezar dengan 80 wekîl girt û derbasî meclîsê bû.
Yekem car HDP li Qers û Erdexanê bû partiya yekem
Bajarên Erdexan û Qersê bi encamên surprîz derketin. Li Qers û Erdexanê HDP yekem car bû partiya yekem. HDP'ê li Qersê ji sedî 44,56 û 2 wekîl derxist. AKP'ê jî ji sedî 26,59 wekîlek derxist. Li Erdexanê jî HDP'ê ji sedî 31,37 wekîlek derxist. AKP'ê jî ji sedî 25,69'an wekîlek derxist.
Bajarên ku HDP'ê wekîl jê derxistin
HDP'ê li gelek bajaran hem rêjeya dengên xwe zêde kir û hem jî wekîl derxist. HDP'ê li Dîlokê ji sedî 15,52, li Erdexanê ji sedî 31,37, li Erziromê ji sedî 17.81, li Antalyayê ji sedî 7.23, li Kocaeliyê ji sedî 7.66, li Enqereyê ji sedî 5.51 li Bûrsayê ji sedî 5.81 deng derxist û li van bajaran rêjeya dengê xwe zêde kir û li her bajarekî wekîlek derxist. Li Îzmirê jî ji sedî sedî 10.54 deng wergirt û 2 wekîl şandin meclîsê.
HDP'ê li bajarên Îdir, Şirnex, Colemêrg, Dêrsim û Agiriyê jî hêjmara dengê xwe duqat zêde kir û hemû wekîlên van bajaran derxistin. HDP'ê li Colemêrgê ji sedî 87.7 û 3 wekîl, li Îdirê ji sedî 55.94 û 2 wekîl, li Şirnexê ji sedi 83.93 û 4 wekîl, li Dêrsimê ji sedî 60.06 û 2 wekîl, li Agiriyê ji sedî 76.94 û 4 wekîl derxist. Hikûmeta AKP'ê ku bi polîtîkayên înkar û îmnayê yên wekî "Yek al, yek netew, yek ziman, yek dewlet..." nêzîkî gel bû, li gelek bajarên Kurdistanê têk çû. Li Amedê HDP 10, AKP 1 wekîl, li Wanê HDP 7 û AKP 1 wekîl, li Mêrdînê HDP 5 û AKP 1 wekîl, li Êlihê HDP 3 û AKP 1 wekîl, li Bêdlisê HDP 2 û AKP 1 wekîl, li Lûşê HDP 2 û AKP 1 wekîl, li Qersê HDP 2, AKP 1, li Sêrtê HDP 2, AKP 1 wekîl derxist.
HDP'ê li Stenbolê bend hilweşand
HDP'ê li Stenbol û Îzmirê jî bi reng û nasnameyên cuda xitabî gel kir û benda hilbijartinê xera kir. HDP'ê li van bajarên Tirkiyeyê dengê xwe 2 qat zêde kir. HDP'ê li Stenbolê ji sedî 12.60 rêje û 1 milyon û 68 hezar û 808 deng wergirt û 11 wekîl derxist. Dîsa Li Îzmirê jî HDP'ê ji sedî 10.54 deng ji 285 hezar û 256 hilbijêran wergirt û 2 wekîl derxist.
Hin bajarên ku HDP'ê wekîl derxistin wiha ye.
HDP'ê li gelek bajaran dengê xwe zêde kir û AKP'ê jî deng kêm kir. HDP'ê li Amedê ji sedî 77.75 rêje û bi 640 hezar dengan 10 wekîl, li Wanê ji sedî 73,52 rêje û bi 369.988 dengan 7 wekîl, li Rihayê ji sedî 38.08 reje û bi 297 hezar û 285 dengan 6 wekîl, li Mêrdînê ji sedî 72,09 rêj û 278.660 dengan 5 wekîl, li Sêrtê ji sedî 64,79 rêje û bi 94.021 dengan 2 wekîl, li Êlihê ji sedî 71,22 rêj û bi 191.909 dengan 3 wekîl, li Mûşê ji sedî 70,20 rêje û bi 138.769 dengan 2 wekîl, li Bêdlisê ji sedî 59,47 rêje û bi 93.815 dengan 2 wekîl, li Qersê ji sedî 43,48 rêje û bi 64.989 dengan 2 wekîl, li Erdexanê, ji sedî 22,64 rêje û bi 70.924 dengan 1 wekîl, li Dîlokê ji sedî 15,32 rêje û bi 142.885 dengan 2 wekîl, li Edeneyê jî ji sedî 14,56 û bi 183.027 dengan 2 wekîl, li Mêrsînê ji sedî 17,90 rêje û bi 188.648 dengan 2 wekîl, li Antalyayê ji sedî 7,23 rêje û bi 96.671 dengan 1 wekîl, li Enqereyê ji sedî 5,57 rêje û 182.498 dengan 1 wekîl, li Bûrsayê ji sedî 5,85 rêje û bi 104.621 dengan 1 wekîlek û li Kocaeliyê ji sedî 7,66 rêje û 82.430 dengan wekîlek derxist.
HDP'ê rekor li Elbakê şikand, ji sedî 97.5
Li navçeyên Wanê jî HDP'ê rekor li navçeya Elbakê şikand û ji sedî 97.5 deng wergirt. HDP'ê 26 hezar û AKP'ê jî tenê 320 deng wergirt.
Wekîlên ku HDP'ê derxistin
EDENE
Ridvan Turan, Meral Daniş Beştaş
AGIRÎ
Leyla Zana, Bedran Ozturk, Dîrayet Taşdemîr, M. Emin Îlhan
ENQERE
Sirri Sureya Onder
ANTALYA
Saruhan Oruç
SEMSÛR
Behçet Yildirim
ÇEWLÎK
Hişyar Ozsoy
BÊDLÎS
Mizgin Irgat, Mahmut Celadet Gaydali
BÛRSA
Asiye Kolçak
AMED
Îdris Baluken, Nursel Aydogan, Nimetullah Erdogmuş, Feleknas Uca, Altan Tan, Çaglar Demirel, Ziya Pîr, Îmam Taşçier, Sîbel Yigitalp, Edîp Berk
ERZIROM
Seher Akçinar Bayar
DÎLOK
Celal Dogan, Mahmut Togrul
COLEMÊRG
Selma Irmak, Nîhat Akdogan, Abdullah Zeydan
MÊRSÎN
Dengîr Mir Mehmet Firat û Çîlem Oz
STENBOL
Pervin Buldan, Garo Paylan, Levent Tuzel, Alî Kenanoglu, Beyza Ustun, Turgut Oker, Fîlîz Kerestecîoglu, Sezaî Temelî, Selahattin Demîrtaş, Huda Kaya, Erdal Ataş
ÎZMÎR
Ertugrul Kurkçu, Muslum Dogan
QERS
Ayhan Bîlgen, Şafak Ozanli
MÊRSÎN
Mîthat Sancar, Gulser Yildirim, Erol Dora, Mehmet Alî Aslan, Enîse Guneylî
MÛŞ
Burcu Çelîk, Ahmet Yildirim
SÊRT
Kadrî Yildirim, Hatice Sevîptekin
DÊRSIM
Alîcan Onlu, Edîbe Şahin
RIHA
Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Îbrahim Ayhan, Leyla Guven, Zîya Çalişkan
WAN
Fîgen Yuksekdag, Lezgîn Botan, Yurdusev Ozsokmenler, Adem Ozcaner, Tugba Hazer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe
ÊLIH
Alî Atalan, Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran
ŞIRNEX
Faysal Sariyildiz, Leyla Bîrlîk, Ferhat Encu, Aycan Îrmez
ERDEXAN
Taşkin Aktaş
ÎDIR
Mehmet Emin Adiyaman, Kiznas Turkalî
KOCAELÎ
Alî Haydar Konca
(mae)