Li gundê Oge yê hat qetilkirin HDP bi ser ket
ÇEWLÎK (DÎHA) - Li gundê xebatkarê HDP'ê Hamdullah Oge yê ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, ji 214 dengan 210 den ji HDP'ê re derket.
Li gundê Yorgançayirê yê xebatkarê HDP'ê Hamdullah Oge di 3'ê Hezîranê de ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve hat qetilkirin HDP bi ser ket. Li gundê Alpiranê ku ajokarê maşîneya bangê yê HDP'ê Hamdullah Oge lê hat qetilkirin jî HDP ji 428 dengan 409 deng wergirt. 19 deng jî AKP û MHP'ê wergirt.
Li gundê xebatkarê HDP'ê Oge Yorgançayirê ji 224 dengan 214 hatin jimartin û 210 deng ji HDP'ê re derketin.
(mae)