Li Kurdistanê 4 bajar tevahî HDP ne
7 Hezîran
21:37
2015
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Dêrsim, Şirnex, Colemêrg û Agiriyê hemû parlamenter HDP'ê derxistin. Bi vê encamê gelê Agirî û Şirnexê bersiva provokasyona da AKP'ê.
Di pêvajoya hilbijartinê de AKP'ê hewl da li Giyadîna Agiriyê provokastonê derxe. Gelê Agiriyê bi derxistina 4 parlamenteran bersiva provokasyonê da AKP'ê. Li Şirnexê jî ji 4 parlamenter HDP'ê derxist û bi 4 ji 4 'an bersiv da Komkujiya Roboskê. Li Dêrsimê gel ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê ku yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz bi awayekî hovane hat qetilkirin 2 parlamenter HDP'ê derrxist. Colemêrg wekî berê hersê parlamenteran jî HDP'ê derxist. Bi van hejmaran AKP li 4 bajarên Kurdistanê bi temamî têkçû û tu parlamenter dernexistiye.
(wk)