DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Onder: Encam li hemberî şer serkeftina aştiyê ye

 
7 Hezîran
21:10 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li ser navê HDP'ê daxuyaniya destpêkê ji aliyê namzedê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ve hat kirin. Onder di daxuyaniya ku da de wiha got: "Ev encamên serkftinê yên li hemberî dijberiyê demokrasiyê, li hemberî zilmê azadiyê, li hemberî şer aştiyê ye."

Li gorî encamên hilbijartinê yên ku bendê derbaskiriye li ser navê HDP'ê daxuyaniya destpêkê ji aliyê namzedê yê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder hat kirin. Onder diyar kir ku dê daxuyaniyên esasî ji aliyê Hevserokên HDP'ê bên kirin û wiha got: "Ji niha ve xuya dike ku em bi 80'ê parlamenterî diçin meclisê. Ev encamên serkftinê yên li hemberî dijberiyê demokrasiyê, li hemberî zilmê azadiyê, li hemberî şer aştiyê ye. Bila ji ev ji hemû Tirkiyeyê re li ser xêrê be."

'Pîrobahî tune, sindoqan neterikînin'

Onder bang li hemû welatî û xebatkarên HDP'ê kir ku teqez îro pîrozbahî neye kirin û ev tişt anî ziman: "Bi kêfxweşiyeke mutewazî dêvê em destê kesên ku dixwazin porovokasyonan pêk bînin neye xurtkirin. Ev rê rica me ya herî girîng e."

'Em ê dengên emanet ji bîr nekin'

Onder diyar kir ku ew hêvî dike ku ev encam bila bi aştî, azadî, edalet û demokrasiyê. Onder herî dawî ev tişt ragihand: "Ev dengên ku me girtiye, em baş dizanin ku dengên emanetî ji me re hatiye dayîn e û dê qet ji heşê me dernekeve. Em temînata vê yekê jî didin hemû gelê xwe."

(zb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN