DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Endamên Partiya Hur Dava'yê 3 welatî birîndar kirin

 
7 Hezîran
17:37 2015

AMED (DÎHA) - Endamên Partiya Hur Dava'yê li taxa Caferan a Erxeniyê bi kevir û daran êrîşî welatiyan kir û 3 welatî birîndar kirin.

Endamên Partiya Hur Dava'yê li taxa Caferan a Erxeniyê, bi kevir û daran êrîşî welatiyên ku xwestin biçin dengê xwe bikar bînin kir. 3 welatiyên rastî êrîşa kevir, daran hatin û birîndar bûn rakirin nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê ya Gazs Egitimê hatin. Welatiyê bi navê Zulfu Duyu ku di êrîşê de birîndar bû, diyar kir ku wî, hevser û pismamên xwe dê dengê xwe biavête sindoqan û rastî êrîya endamên Partiya Hur Dava'yê hatin. Duyu anî ziman ku ew, bira û hevalekî din di êrîşê de birîndar bûn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN