Sandoq hatin girtin deng tên hejmartin
ENQERE (DÎHA) – Li Tirkiye û Kurdistanê bikaranîna dengan a ku saet di 08.00’an de dest pê kir saet di 17.00’an de bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir.
Li Tirkiye û Kurdistanê saet di 17.00’an de bikaranîna dengan bi dawî bû. Ji bo hilbijartinan 53 milyon û 765 hezar û 321 hilbijêr deng bi kar anîn û 173 hezar û 881 sandoq hatin danîn. Tercîhên welatiyan dê hikûtema nû bê diyar kirin. 20 partî û 165 namzetên serbixwe ketin hilbijartinê
Deng dê li lijneyên hilbijartinê û YSK’ê bên ber hev
Bikaranîna dengan a ku di 17.00’an de bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir. Hilbijartin bi rêgeza dengdayîna veşartî û hejmartina vekirî yek bi yek dê bên vekirin û encam bi girtekan ve bên qeydkirin û bi lijneyên hilbijartinê yên naveçayan bînin ber hev û ji wir jî dê bişînin YSK’ê. Bi vî rengî dê redaya beşdarbûna dengan û dengên ku partiyan girtine diyar bibin. Lê piştî ku sandoq tên vekirin encam dê hema neyên parvvekirin. Qedexeya YSK’ê ya heta saet 21.00’an heye. Lê di hilbijartinên borî de YSK’ê beriya vê saetê jî qexede rakiribû.
Di vê navberê de di vê hilbijartinê de partiyan jî sîstema şopandina hilbijartinê ava kirin. Di serî de CHP û HDP partiyan li ser bandiqan dê beriya YSK’ê encaman bibînin.
Hilbijartina ku ji bo dîroka Tirkiyeyê gelekî girîng tê dîtin pêşbazî bi taybetî di bin siya êrîşên kul i dijî HDP’ê pêk hatin de ma. Di pêvajoya hilbijartinê li dijî HDP’ê nêzî 200 êrîş pêk hat û bi taybetî jî 3 êrîşên krîtîk pêk hat. Li dijî Navenda Giştî ya HDP’ê êrîşa çekdarî, êrîşên bombeyî yên li dijî avahiyên HDP’ê yêh Edene û Mêrsînê û li Amedê li hemberî mîtînga HDP’ê êrîşa bombeyî êrîşên herî dijwar û xetere bûn. Dîsa di encama êrîşan de endamekî HDP’ê li Kanîreşa a Çewlikê jî di nav de bi tevahî 5 kes hatin qetilkirin
Di encama hilbijartinan de tiştê ku herîz êde tê mereqkirin derbasbûna HDP’ê ya bendê û radeya dengê AKP’ê ye.
(sa)