DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Herî zêde li Serhedê îhala hilbijartinê pêk hat

7 Hezîran
17:15 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Herêma Serhedê, bi sed hezaran hilbijêr çûn ser sindoqê. Herî zêde binpêkirina mafan li vê herêmê çêbû. Li aliyekî pusulayên bê mohr hatin bikar anîn, li aliyê din muşahîdên HDP'ê ji ser sindoqê hatin dûrxistin û namzet û rêveberên AKP'ê li ser sindoqan zext li hilbijêran kir.

IDÎR

Di sindoqa hêjmar 1122'an a Lîseya Anadolu ya Îdirê de 109 deng bê mohr hatin dîtin. Tekildarî mijarê girtek hat girtin. Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê li Lijneya Hilbijartina Bajar îtîraz kir.

QERS

Li navçeya Selimê jî Qeymeqamê navçeyê muşahîdên HDP'ê avêtin dervê dibistanê. Li navçeya Sûzûnê jî Şaredarê AKP'î Cengiz Yildiz li ser sindoqa 1005'an a Mala Mamosteyan rûnişt û li pêşiya vîna gel a azad bû asteng. Li Lîseya Pîşeyî ya Ticaretê ya Qersê jî 3 kes hatin binçavkirin. Serokê Şaredariya Akyaka Umit Karaarslan dema li ser sindoqa 1001'an rûnişt ji aliyê muşahîdên HDP'ê ve hat girtin.

AGIRÎ

Li gundê Oklavali yê Eleşgirtê pusulayên sindoqa 1031 û 1032'an bê muhr derket. Çavdêrên ÎHD'ê lêkolîn kirin û serî li YSK'ê dan.

BÊGIRÊ

Li taxa Keçikiranê ye Bêgirê piştî AKP'îyan êrîş kirin malbatên wan jî rahiştin çekan û hatni. Hilbijêrên HDP'ê bi saetan nekaribûn biçin ser sindoqê. Muşahîdê HDP'e yê Dibistana Haci Omer Sabanci Necibullah Sakici jî bi sedema bi telefonê ket kabinê ji aliyê polîsan ve hat binçakirin.

PAYISAVA

Qeymeqamê Payizava Metin Yslmaz li ser sindoqan geriya û neheqî li muşahidên HDP'ê kir. Her wiha zext li welatiyan kirin.

MILEZGÎRT

Li gundê Karahasanê yê Milezgîrtê jî Namzetê AKP'ê Abdulselam Er, li gel leşkeran zext li ser welatiyan kir. Namzetê AKP'ê yê Mûşê Muzaffer Çakar ji neheqî li jinên gundên Karahasanê kir.

BÊDLÎS

Li gundê Xumaça, gundê Mişaxşina Norşînê yên Bedlisê jî muşahîdên HDP'ê rastî gefan hatin.

MOTKÎ

Li gundê Mermenê yê Motkiyê jî 50 kesên ji leşker û cerdevanan pêk dihat, êrîşî HDP'îyan kirin. Di nava komê de Endamê Meclîsa Bajar ê AKP'î Mehmet Raşit Acun jî hebû. Têkildarî van binpêkirinan HDP'îyan girtek girtin.

Li gundên Bozburun, Erler û Meydan ku herî zêd cerdevan lê dijîn bi komî deng hatin avêtin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN