DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Maşineya bê plake ya li dibistanê çi plan dike?

 
7 Hezîran
16:41 2015

STENBOL/ENQERE (DÎHA)- Li Stenbol, Enqere û gelek bajarên din li dibistanên ku deng lê tên bikaranîn, maşineyên polîsan ên bê plake disekinin. Rêveberên HDP'ê têkildarî maşîneyên bê plake ketin nava hewldann. Parlamenterê CHP'ê Aykut Erdowdu jî wêneyê maşîneyên polîsan ên bê plake kişand û di medya de belav kir û got: "Min ev maşîneyên bê plake ji polîsan pirsîn gotin ne yên me ne. Min got yên kê ne. Vê carê jî bersîv nedan."

STENBOL

Li gelek dibistanên Stenbolê yên sindoq lê hatine vekirin û hilbijêr lê dengê xwe bikar tîne, polîs bi maşîneyên bê plake li ber dibistanan digerin. Piştî welatiyan bertek nîşanî van maşîneyan dan, polîsan îdîa kirin ku ev maşîne ne yên wan in. Parêzerê HDP'ê Îlknur Alcan, xwest her kesên ku maşîneyên bê plake dît ji muşahidên HDP'ê re bibêjin û wan agahdar bikin. Aycan xwest her kes li hemberî van maşîneyan hestiyar tev bigere û teqez li wan bigerin. Endamê komîsyona hiqûqê yê HDP'ê Prz. Kadir Tunç jî diyar kir ku ew bi Midûriyeta Polîsan a Stenbolê re axiviye polîsên Stenbolê diyar kirine ku eleqeya wan û van maşîneyan bi hev tune ye. Lê balkêş e gelek maşîneyên bê plake li ber midûriyeta polîsan radiweste.


Li ber Dibistana Mehmet Alî Yilmaz a taa Atturkê ji serokê sindoqê deng aşkere bikar anîye.

Li Dibistana Seretayî ya Îhsan Nakipoglu ya Alsancaklare jî di sindoqa 2303'an de li pişt pûsulayan mohr tune bû. Sindoq ji aliyê Parêzerên CHP'ê ve hat mohrkirin. Parêzerên HDP'ê jî çûn cihêbûyerê.

Li dibistana Ataturkê ya Kartalê jî Serokê sindoqa 2297'an ji aliyê AKP'ina ve rastî lêdane hat. Li dibistana Bogazkoyê ya Başakşehîrê jî serokê sindoqa 2119'an bi zora polisan avetin derve.

Li dibistanên Baglara Bahçelîevlerê, Dibistana Beykoz Çubuklu Ataturkê, Dibistana Sarıyer R. Guney Kildiran û Dibistana Harmantepe ya Kaxitxaneyê binpêkirina mafan pêk hat.

ENQERE

Li Enqere û Stenbolê gelek maşîneyên bê plake li ber deriyên dibistanan rawestiyan û bala hilbijêran kişand ser xwe. Rêveberên HDP'ê têkildarî maşîneyên bê plake ketin nava hewldann. Parlamenterê CHP'ê Aykut Erdowdu jî wêneyê maşîneyên polîsan ên bê plake kişand û di medya de belav kir û got: "Min ev maşîneyên bê plake ji polîsan pirsîn gotin ne yên me ne. Min got yên kê ne. Vê carê jî bersîv nedan."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN