DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Muşahidên HDP'ê yên li dijî îhlalan derketin rastî êrîşa kêran hatin

 
7 Hezîran
16:00 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li taxa Cubeyde yê navçeya Hîlaliyê ya Rihayê muşahîdên HDP'ê yên li dijî îhlala hilbijartinê derketin rastî êrîşa bi dar û keviran hatin. 10 kesên di êrîşan de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan.

RIHA

Li gundê Cubeyde ya Navçeya Xelîliyê Rihayê, keya û derdora wî xwestin dengên xwe vekirî bikar bînin. Li hemberî ve yekê muşahîdên HDP'ê ev yek îtîraz kirin û şer derket. Muşahîdên HDP'ê di bin çavdêriya leşkeran de rastî êrîşê hatin. Keyayê taxê Îbrahim Halîl Felhan û xismên wî bi kevir û daran erîşî muşahîdên HDP'ê Alî Îlgin, Mustafa Karaca, Ferid Caz, Fevzî Acar, Yilmaz Yildirim, Sinan Yildirim, Şiyar Yildirim û 3 kesên kirin. HDP'iyên ku rastî êrîşê hatin rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akif Înanê. Birîndaran diyar kirin ku Keya xwest ji bilî AKP'îyan kesên din nekevin hundir.

HDP'î Mahmut Bînîcî, diyar kir ku êrîş di bin çavdêriya AKP'iyan de pêk hat. Bînîcî, anî ziman ku keya û cendirmeyan bi hevkariya hev êrîşî muşahîdan kir. Piştî bûyerê Namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Prz. Sevda Çelîk Ozbingol hatin nexweşxaneyê û birîndar ziyaret kirin.

SERÊKANIYÊ

Li gundê Kevirreş yê Serêkaniyê jî hat diyarkirin ku dengên komî hatine bikar anîn. Muşahîdên HDP'ê diyar kirin ku cerdevan û leşkeran li baxçeyê dibistanê gef li wan xwariye. Parêzerên Komisyona Hiqûqê ya HDP'ê çûn lêkolîn kirin.

GURGUM

Li navenda Gurgumê ku heta niha 4 salin ceyran lê qut nebûye îro piştî nivro ceyrana bajar qut bû. Welatiyên ku ketin nava fikaran li rayedarên AKEDAŞ'ê gerdiyan, lê muxatab nedîtin.

DÎLOK

Namzetê AKP'ê yê Dîlokê Mehmet Şimşek, li Dibistana Hatice Karsligilê ya Şahinbeyê geriya. Lê gel bertek nîşanî wî da. Şimşek û heyeta pêre piştî rastî bertekan han ji dibistanê dûr ket.

Li dibistanên Haci Sani Konukoglu û Teknik Anadolu yên navçeya Şehitkamîlê jî di navbera MHP û AKP'ê de niqaş derketin. polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir.

EDENE


Namzetê serbixwe Salîh Demîr ku li ser navê Hur Dava'yê ket hilbijartinê, li ser sindoqê dîmenên rayedar û kesên dengê xwe bikar anî kişand. Kesê li gel namzet dîmen kişand ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û birin qereqolê.

Li aliyê din Serokê Partiya Hur Dava'yê Kenan Sulak li gel muşahidên partiya xwe li dibistana Şehit Fehmi Koçê muşahîd û peyvirdarên sindoqê kişandin kamerayê.

AMED

Li taxa Kahbê ya Sûra Amedê jî polîs hatin li ser sindoqa 1065'an rawestiyan. Welatiyan bertek nîşan dan û ew derxistin derve.


Li taxa Kelvanê ya Lîceyê jî polîsan li dibistana Demirçelik û Lice Anadolu rêgezên YKS'ê binpê kir. Welatî li ber deriyê dibistanê kom bûn.

Li navçeya Bismilê jî welatî bi komî hatin dibistanan û li ber dibistanan nobetê digirin. Namzeta HDP'ê ya Feleknas Uca, li dibistanê geriya û xwestin pirsgirêkê çareser bikin. Li Dibistana Ziya Gtkalpê jî polîs bi maşîneya bê plake çavdêrî kirin û çûn.

Li gundê Dîwane yê Erxeniyê jî endamên Partiya Hur Dava'yê êrîşî welatiyan kir. Welatiyên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê. Welatî Sertîp Bulut ku çû avahiya YSK'ê ya Rezan jî dît ku rayedarek zarfan qaşe dike.

SÊRT

Li gundê Zêrîn yê Navçeya Berwariyê heyeta çavdêriyê ku ji Danîmarkayê hatin rastî astengiya rayedaran hat.

Li dibistana Molla Halil İmam Hatip jî welatî M.E. dema xwest li ser sindoqa 1158'an denge xwe bikar bîne, li şûna kesekî din dengê xwe bikar anî.

Li dibistana Mehmet Akif Ersoyê jî kesê bi navê D.K. ku li ser sindoqa 1209'an peyvirdar bû, welatî araste kirin ku dengê xwe bidin partiyên din.

ÊLIH

Li bajaroka Kayapinar a Kerçewsa Êlihê jî leşker û cerdevan çûn li gundan geriyan û gef li welatiyan xwarin. Endamên çapemeniyê ku xwestin vê yekê bikişînin qeydê hatin astengkirin. Keyayê taxa Nailbeyê yê Xerpêtê li dibistana Mehmet Akif Ersoyê di sindoqa 2196'an de propaganda AKP'ê kir.

ÇEWLÎK

Li Çewlîkê jî herî zêde binpêkirina mafan pêk tê. Li Çewlîkê AKP'yan li şûna astengdaran çûn deng bikar anîn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN