DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Welatiyên di êrîşa bombeyî de birîndar bûn di sandoqê de bersiv dan

 
7 Hezîran
15:36 2015

AMED (DÎHA) – Bi sedan welatiyên ku li Amedê di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê pak hat de birîndar bûn bi ambulansan ve çûn ser sandoqan. Welatiyên ku dengên xwe bi kar anîn peyama “Me di sandoqan da bersiv da” dan

Li Amedê welatî bi eleqeyeke mizn diçin ser sandoqan û dengên xwe bi kar tînin, bi sedan welatiyên ku di êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP’ê pêk hat de birîndar bûn jî çûn ser sandoqan. Welatiyên birîndar ên ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Gazî Yaşargîl tên dermankirin û yên li nexweşxaneyên din ji bo ku dengên xwe bi kar bînin bi ambulansan ve tînin cihên ku dengên xwe bi kar tînin.

‘Ji bo dengekî êrîş kirin’

Welatiyê bi navê Mehmet Şah Tangoner ê di teqînê de du lingên wî û milê wî yê rastê şikest ji nexweşxaneyê çû navçeya Bismîlê dengê xwe bi kar anî. Tangoner bilêv kir ku yên ku dixwazin di îxtidarê de bimînin ji bo qoltixa xwe saxlem bikin êrîş dikin û nirxandina “Ji bo dengekî bi sedan mirov birîndar kirin, xwestin qatlîamê pêk bînin. Divê hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirov im biçin ser sandoqan û dengên xwe bi kar bînin” kir.

‘Heke aştî pêk bê ez ê milê xwe yê çepê jî bidim’

Welatiyê bi navê Alan Demîr ê ku milê wî yê rastê û bevilê wî şikest jî çû gundê Uçadamlar a Licê û dengê xwe bi kar anî. Demîr wiha got: “Em ji bo aştiyê li wir bûn. Heke teqîn pêk nehata dê ji bo demokrasiyê baş ba. Min di vê teqînê de milê xwe yê rastê da, heke aştî pêk bê ez ê milê xwe ya çepê jî bidim.”

‘Me di sandoqê de bersiva pêwîst da’

Welatiyê bi navê Huseyîn Toprek ê k udu milên wî şikest û hin deverên laşê wî şewitî jî çû gundê Hestiya ya Amedê û dengê xwe bi kar anî. Toprak ligel rewşa xwe ya giran jî çû gundê xwe wiha axivî: “Ev hewldana qatlîamê ya li dijî gelê kurd dê bêbersiv nemîne. Me bersiva pêwîst di sandoqê de da.”

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN