DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Lîstikên hilbijartinê her diçe zêde dibin

 
7 Hezîran
14:33 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) (DÎHA) - Li Tevahiya Tirkiyeyê avêtina dengan saet di 08.00'an de dest pê kir. Ji destpêka dengavêtinan de welatî bi eleqeek mezin çûn ser sindoqan. Lê piştî dengavêtinê dest pê kir, lîstik û hîleyên li ser sindoqa jî dest pê kir. Lîstikên li ser sindoqan her ku diçe zêde dibin.

ÎZMÎR

Li disibtana Seretayî ya Gazikentê ya Navçeya Gazîemîrê, li ser sindoqa hêjmar 1150'an bi çekê çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî. Polîsan destûr neda ku muşahîdên HDP'ê bertekên xwe bînin ziman.

WAN

Li taxa Keçikiran a navçeya Bêgiriyê ya Wanê jî endamên meclîsa Şaredariyê yên AKP'ê Bariş Durmuş, Zekî Durmuş û Velî Durmuş, êrîşî alîgirên HDP'ê kirin û zerar dan du maşîneyan. Di êrîşa AKP'iyan de welatiyên bi navê Sinan Çelîk û Orhan Çelîk birîndar bûn. Zarokek jî bêyî birîndar bibe xwe xelas kir. Maşîne bûn xurde û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

STENBOL

Li Stenbolê jî ku 10 mîlyon û 231 hezar hilbijêr diçin ser sindoqê, hîleya hilbijartinê dest pê kir. Li hin taxên navçeyên Bahçelievler û Gungorenê jî ceyran hatin qutkirin. Şîrketa Belavkirina Elektirîka Bogaziçi (BEDAŞ), diyar kir ku ji ber erizeyê ceyran qut bûye. Li Gungorenê jî li gel xedexeya propaganda heye jî li biroya hilbijartinê ya AKP'ê posterên Serokwezîr Ahmet Davutoglu vekirin û propaganda AKP'ê dikin. Li baxçeyê Lîseya Emlak Konutê ya Kuçukçekmeçeyê jî nêzî 40 heb pusulayên dengan û zarf hatin dîtin. Hat ditin ku li 6 pusulayan mohra erê li AKP'ê hatibû xistin. Ev pusula û zarf bi girtekê hatin desteserkirin. Li Dibistana Osmangazî ya Bayrampaşa ya Stenbolê jî AKP'iyekî çek li serokê sindoqê kişand. AKP'iyê ku navê wî nehat zanin, peyvira wî hat betalkirin. Piştre tev li çeka wî şandin midûriyeta polisan.

Li Liseya Emlak Konutê ya Bahçelievlerê jî li ser sindoqa 12427an pusulayên ku berê mohr lê hatibû xistin hatin dîtin. Peyvirdarê sindoqê ev pusula betal kirin.
Li dibistana Seretayî ya Çubuklu Ataturkê ya Boykozê jî serokê sindoqa 1121'an bi kesekî astengdar re ket kabîneya dengan. Endamên sindoqê der barê seroke sindoqê de girtek girtin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê avêtina dengan di bin sîya polîs û tîmên taybet de pêk tê. Polîs bi maşîneyan ketin Lîseya Pîşeyî ya Nazmiye Demirelê û gef li welatiyan xwar. Li gel gefên polîsan dîsa welatî çûn ser sindoqan.

DÊRSIM

Li Lîseya Halide Edip a Jinan li ser sindopa hêjmar 1065'an welatiyekî aşkere deng bikar anî û mohr li ser zarfê xist. Li gel muşahîdan nerazîbûn nîşan da jî Serokê sindoqê got we eleqeder nake. Ev di însîyatifa min de ye û red kir.

AMED

Namzetê rêza yekem ê AKP'ê yê Amedê Salim Ensarîoglu li gel parazvanên xwe yên çekdar li Dibistana Seretayî ya Mehmetçikê dengê xwe bikar anî. Li Amedê il gel ku pêwiste polîs zêdeyî 20 metre nêzî sindoqan nebin jî gelek polîs li nêzî sindoqan radiwestin.

SÛR

Li Dibistana Seretayî ya Îskenderpaşa ya Sûrê jî li ser sindoqa hêjmar 1108'an ji ber peyvirdara sindoqê ya HDP'ê Mujgan Ekin dengavêitna vekirî îraz kir ji polê hat derxistin.

REZAN

Muşahîdên HDP'ê yên li Dibistana Seretayî ya Yunus Emre ya Taxa Kaynartepe ya Baglarê, diyar kirin ku d her sindoqekê de 15 û 20 husumayên deng zêde hatine dîtin.

PEYAS

Li gundê Sultanpetekê yê Navçeya Peyasa Amedê jî Keyayê AKP'î Sinan Meter, zor li gundiyn kir ku welatî dengên xwe bidin AKP'ê. Muşahîdên HDP'ê diyar kir ku welatiyên çûn ser sindoqan rastî gefên Keya Sinan Meter hatin. Muşahîdê HDP'ê Hasan Ergul ji aliyê endamên AKP'ê ve rastî lêdanê hatin.

ÇERMÛK

Li navçeya Çermûkê jî li gel qedexeya hilbijartinê muşahîdên AKP'ê qerta amblema AKP'ê li ser heye xistin situyê xwe.
Rêveberên HDP'ê îtîraz kir.

ERXENÎ

Li Lîseya Bekir Aral a Çewlikê jî li ser sindoqa hêjmar 1034'an peyvirdanan li 15-20 pusulayên dengan bê mohr dan bikar anîn. Piştî peyvirdarên HDP'ê ev yek dîtin peyvirdar hişyar kirin û Piştre bi çavdêriya parêzeran 15-20 pusulayên bê mohr ji sindoqan hatin derxistin ji nûve pusula hatin mohrkirin.

ÇEWLÎK

Li bajarê Çewlikê jî lîstika hilbijartinê ji serê sibehê ve dest pê kir. Li gundên Alatepe, Çobantaşi, Elmali û Yenibaşlarê yên Hamamê welatiyên xwestin biçin ser sindoqan rastî astengiyên polîs û cerdevanan hatin. Niha welatî di bin siya leşker û cerdevanan de diçin dengê xwe bikar tinin û sindoq ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.

Sindoqa hêjmar 2226'an a Gundê Çavuşlarê jî serokê sindoqê li gel hilbijêran diçe ser sindoqê û dengê welatiyan bikar tine. Hat zanîn ku encumenê AKP'ê yê Bajar jî li ser sindoqan gefan li welatiyan dixwe. Li gundê Andiçdîbî yê Dara Hênê jî AKP'iyan zext li ser Serokê sindoqê meşand. Li Dibistana Seretayî ya Mustafa Kemal Paşa polîsekî ne peyvirdar deng bikar anî.

Li kabîneya dengan a Lîseya Mehmet Akif Ersoyê jî gelek pusulayên dengan hatin dîtin.

Li gundê Direklî jî endamên AKP'ê êrîşî HDP'iyan kir.

SÊRT

Li Sêrtê jî destûr nayê dayîn ku endam û rêveberên ÎHD'ê derbasî dibistanan bibin.

MÊRDÎN

Li taxa Koteke ya navçeya Artukluyê, polîs ketin Dibistana Seretayî ya Fatihê wêneyê welatiyan kişandin. Muşahidên HDP'ê û gel bertek nîşanî vê yekê dan. Li gundên Bixurkê jî keyayê gund ku piştgiriyê dide Namzetê serbixwe yê Mêrdînê Şakir Nuhoglu muşahidên HDP'ê derxist derve.

QOSER

Li Lîseya Meslek û Teknîkê ya Jinê ya Koçhisarê jî serokê sindoqa 1384'an ji aliyê Serokê AKP'ê yê Qoserê ve rastî gefan hat.

MÊRSÎN

Li taxa Çiftlikoyê ya Yenîşehîra Mêrsînê jî hilbijêrên xwestin li Dibistana Seretayî ya Çiftlikkoyê dengê xwe bikar bînin, bi hinceta berê we dengê xwe bikar anîye, rastî astengiyan hatin. Lê derket holê ku hin kesên din li şûna wan dengê xwe bikar aniye. Hilbijêran nerazibûn nişanî vê yekê da.

HATAY

Li Antakya ya Antalyayê jî li Huzureviyê polîsan bi îdiaya "Em xizmên wan in" li şuna kal û pîran dengên xwe bikar anin.

Li taxa Şîrîntepe ya Eskişehirê jî, li Dibistana Şehit Tegmen Subulaya Alkanê 13 muşahîdên HDP'ê rastî gefên polîsan û tîmên taybet hatin.

RIHA

Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê Serokê AKP'ê dema çû li bajaroka Ugurlu dengên xwe bikar bîne, di navpera barazvanên wan û polîsan de niqaş derket. Piştî niqaşan şer derket. Piştre di navbera endamên AKP'ê û MHP'ê de şer derket. Di şerê MHP û AKP'iyan de 4 kes birîndar bûn.

Li gundê Ebû Muhameda Jêrîn a Serekaniyê jî xwestin welati dengê xwe bidin AKP'ê. Dema Serokê HDP'ê yê Serêkaniyê Mehmet Ali Asan bertek nîşan da rastî lêdanê hat.

WAN

Şaredarê AKP'î Fevzi Ozgokçe, çû ser sindoqa hêjmar 1242'an û gef li muşahîdan xwar. Endamên HDP, CHP û AKP'ê û Serokê sindoqê girtek girtin.

Li navçeya Îpekyolu li dibistana Selahattin Eyyubî ji di 4 sindoqan de 156 pusulayên deng kêm hatin dîtin. Der barê pusulayên dengan den girtek hat girtin û şandin YSK'ê.

Li navçeya Payizava ya Wane jî Qeymeqam Metin Yilmaz û Fermandarê Cendirmeyan sindoq bi sindoq digere
Li navçeya Tuşba jî di Dibistana Hasan Ali Yucelê de pusulayên bê mohr hatin dîtin.

ARTEMÊT

Li Dibistanek Artemêtê jî nêzî 70-80 zarfên pusulayê bê mohr hatin dîtin. Ji ber vê yekê deng hatin betalkirin.

TATOS

Li navçeya Tatosa Erziromê jî bi sedan leşker û tîmên taybet bi maşîne û otobusan di saetên dengavêtinê de ji esnaf û welatiyan xwestin cihê kar venekin û bi zorê girtek bi wan dan îmzekirin. Esnafan ji neçarî dikanên xwe girtin.

COLEMÊRG

Li taxa Daggolê jî li Dibistana Seretayî ya Şehit Selahattinê û Dibistana 23 Nisanê ya Taxa Bûlakê polîsên sivîl wêneyên welatiyan kişandin û gef li welatiyan xwarin.

Li navçeyên Gever û Şemzînanê jî muşahîd di saetên serê sibehê de çûn ser sindoqan. Li aliyê din, polîs, leşker û tîmên taybet jî bi maşîneyên zirxî li ber diribtanan rawestiyan û rewşa awarte ava kirin.
Li bajaroka Bajêrgê tîmê taybet xwest vekirî deng bikar bîne. Lê ji ber welatiyan bertek nîşan da çû li pişt pertê dengê xwe bikar ani.

Li gundê Cirane jî AKP'ê di sindoqa hêjmar 1030'an de hemû deng bi deste keseki hat mohrkirin. HDP'ê xwest vê yekê asteng bikin Lê cerdevan û AKP'iyan êrîşî muşahidên HDP'iyan kirin.
Li gundê Katunê yê Colemêrgê jî leşkeran mudaxaleyi welatiyên çûn ser sindoqan kir.

ERZIROM

Li dibistana Seretayî ya Mahmut Efendî ya Erziromê jî li ser sindoqa 1001'an 10 zarfên bere mohr li wan hatiye xistin hat dîtin. Li ser vê yekê girtek hat girtin. Li navçeya Xoresanê a Erziromê jî Şaredarê AKP'î Abdulkadir Aydin li gundên Fatih, Înkılap, Esentepe, Înonu, Yenimahalle û Adnan Menderesê li ser sindoqan geriya û gef li welatiyan xwar.

QAMIŞAN

Li navçeya Qamişan a Erziromê jî di sindoqên 1014 û 1015'an ên Dibistana Fevzî Çakmakê muşahîdên HDP'ê ji dibistanê hatin derxistin.

ERDEXAN

Li navçeya Goleyê ya Erdexanê jî Namzetê AKP'ê yê Erdexanê Orhan Atalay li ser sindoqan gef li welatiyan xwar. Li gundê Yenîkoyê yê Goleyê jî peyvirdarê HDP'ê ji dibistanê hat dûrxistin.

AGIRÎ

Li Agiriyê jî asteniyên li ser hilbijêran didome. Li dibistan û taxên ku endamên HDP'ê lê zêde ye, polîsan bi maşîneyên zirxî û bariyeran dibistan dorpêç kirin. Li dibistana Kurtuluşê ya Bazîdê jî muşahîdê HDP'ê yê li ser sindoqa 1061'an peyvirdar ji aliyê serokê sindoqê ve hat derxistin. Li gundê Koşkê yê navçeya Dutaxê leşkeran bi hinceta dengan aşkere bikar tîne çûn mudaxaleyî muşahidên HDP'e kir.


Li gundên Hacilar û Kamişli yên Panosa Agiriyê jî 10 çawîsê pispor xwestin bi zorê dengên xwe bikar bînin.

GURGUM

Li gundê Seyrantepe yê Gurgumê muşahîdên HDP'ê negirtin hundirê polê. Peyvirdarê sindoqa Dibistana Suleyman Demirelê jî hilbijêr rastî gefan hatin.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN