DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Li Anatolyaya Navîn binpêkirin zêde dibe

7 Hezîran
14:11 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê welatî serê sibehê saet 08.00’an heta niha diçin ser sandoqan. Bi destpêkirina bikaranîna dengan ve agahiyên binpêkirinan jî tê. Li bajarên Anatolyaya Navîn di dema bikaranîna dengan de binpekirin derdivekin holê.

ENQERE

Li Enqereyê piştî ku bikaranîna dengan dest pê kir agahiyên binpêkirinan jî hatin. Li Dibistana Navîn a Mehmet Akîf Înan a Batikentê 5 kesên ku bê nasname xwestin deng bi kar bînin ji aliyê muşahîdên HDP’ê ve hatin girtin. Li ser rageşiya ku derket demekî bikaranîna dengan hate rawestandin. Kesekî ku bi nivîsekî îdia kir fermiye ya “dildarên ‘Oy ve otesî’ nikarin bikevin dibistanan’ ve hat jî ketina dildaran a dibistanan asteng dike.

Li Lîseya Anadolu ya Teknîkê ya Încîrliyê jî peywirdarên AKP’ê yên ku “rozetên rabîa” bi singa xwe ve kirine bi vî rengî hewl didin bandorê li welatiyan bikin. Li serv ê yekê HDP’î yan mudaxale kirin û girtek dan girtin.

Li Dîkmena Enqereyê j îli Dİbistana Seretayî ya Sokullu Mehmet Paşa polîsekî hewl da 3 caran deng bi kar bîne, polîs ji aliyê HDP’iyan ve hate girtin. Li Dibistana Seretayî ya Turhan Feyzîoglu ya Dîkmenê jî serokê sandoqa 2403 T.S. bi îdiya ku însiyatîg a wan e nahêle wêneyê girtekên bi îmze ji aliyê HDP’iyan ve bê kişandin. Balkêş e ku sandoqa navborî di lîsteya ku Fuat Avnî di înternetê de weşandibû de cih digire.

Li navçeya Eldagê jî li dora Dibistana Seretayî ya Fatîhê hate îdiakirin ku AKP’î 300 TL û pusula didin welatiyan.

Li Dibistana Seretayî ya Dede Korkut a Pursaklarê jî peywirdarên AKP’ê, muşahîdên HDP’ê bi derskirinê ve ji dibistanê derxistin.

Li senma Huseyîn Gazî ya Mamakê j îli Dibistana Seretayî ya Şaîr Nedîm ligel ku 170 hilbijêr hene jî hate hînbûn ku 161 pusulayên dengan haye.

KIRIKKALE

Namzetê HDP’ê yê Kirikkaleyê Abdullah Koç diyar kir ku li navçeya Delîceyê, li Lîseya Anadoluya Pirbernameyî û Dibistana Seretayî ya Çelebî de çavdêrên ÎHD’ê HUseyîn Can û Fehîm Demîr ji aliyê baskên ciwanan ên AKP’ê û polîsan ve bi derbkirinê ve ji dibistanê hatine durxistin.

Koç bilêv kir ku polîs û AKP’î ji çavdêrên ÎHD’ê re gotina “Heta êvarê li vir nayê sekinandin” bi kar anîne û nivîsekî bi vî rengî jî xwestine bi zorê bidin îmzekirin.

ESKÎŞEHÎR

Li navçeya Saricakayayê karkerên demsalî yên ku ji bo dengên xwe bi kabrînin çûne Lîseya Saricakayayê bi gotina “Heke hûn deng bi kar bînin hûn ê bêkar bimînin, tu kes li vir d^ekar nede we” ve hatin astengkirin. Dîsa karkerên demsalî di sandoqa 1008’an de bi hinceta ku “di nasnameya we de mora sar tuneye” hatin astengkirin û nehîştin dengên xwe bi kar bînin.

Li Dibistana Seretayî ya Alî Fuat Guven jî HDP’î ji aliyê muşahîdên AKP’ê ve ji dibistanê hatin derxistin. Li Lîseya Îmam Hatîp ê Sarayê jî polîsan hewl dan ku endamên “Oy ve otesî” bin çav bikin. Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Teymen Subutayê jî polîsan bi ser dibistan^ede girtin û hewl dan ku HDP’iyan bin çav bikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN