Li Tilloyê du hilbijartin bi hev re pêk tên
SÊRT (DÎHA) - Li navçeya Tilloyê ya Sêrtê hezar û 280 hilbijêr hem ji bo hilbijartina giştî hem jî ji bo hilbijartina herêmî dengê xwe bi kar tînin.
Hilbijêrên Tilloyê ji bo du hilbijartinan diçin ser sindoqan. Ji hilbijartinan yek jê giştî ya din jî hilbijartina herêmî ye. Hilbijêr li ser 5 sindoqan hem ji bo parlamenteriyê hem jî ji bo şaredariyê dengê xwe bi kar tînin.
Li Tillo'yê di hilbijartina herêmî ya 30'ê adara 2014'an de AKP'î û aligirên Partiya Saadetê bi çekan dirêjî hev kiribûn. Di pevçûnê de endamê SP'ê yê şaredariyê Behmen Aydin hatibû kuştin. Mesut Memduhoglu yê şaredarî qezenç kir ji mirina Aydin berpirsyar hatibû dîtin û girtin. Bi biryara Memduhoglu wekîlê şaredar û 8 endam îstifa kiribûn. Ji ber vê yekê ji mecbûrî hilbijartina şaredariyê ji nû ve hat pêkanîn.
(dd/wk)