Îxbarên binpêkirinan dibarin Maseya Krîzê ya HDP’ê!
ENQERE (DÎHA) – Koordînasyona Şopandina Sandoqan, Maseya Krîzê û Koma Medyaya Civakî yên li Navenda Giştî ya HDP’ê hatiye avakirin der barê binpêkirinên hilibjartinê yên ku li Tirkiye û Kurdistanê agahiyan digirin berê rayedaran didin li herêmên ku binpêkirin diqawimin.
Koordînasyona Şopandina Sandoqan, Maseya Krîzê û Koma Medyaya Civakî yên li Navenda Giştî ya HDP’ê hatiye avakirin der barê binpêkirinên hilibjartinê yên ku li Tirkiye û Kurdistanê agahiyan digirin serê sibehê heta niha telefonên îxbarê dibarin.
Bi taybetî jîg elek îxbarên ku ji Kurdistanê tên, di agahiyan de tê gotin kupolîs, leşker û tîmên taybet mudaxaleyî muşahîdên HDP’ê dikin, dengên komî bi kar tînin, lig elek dibistanan muşahîdên HDP’ê nagirin li ser sandoqan.
HDP’î serê sibehê li Navenda Giştî ya HDP’ê bi ekîbeke ku ji 40 kesan pêk tê ve dest bi xebatê kirin û yek bi yek îxbaran digirin û mudaxale dikin.
Ji 22 hezar û 102 berpirsyarên dibistanan, 87 hezar û 202 muşahîdan agahiyan digirin. Koordînasyona ku serê sibehê dest bi xebatê kirin diyar kirin ku ew dema ku pirsgirêkên derdikeve bi berpirsyaran ve dikevin têkîliyê û mudaxale dikin.
Maseya Krîzê ya ku ji 5 parêzeran pêk tê, binpêkirinên sandoqan ên li Tirkiye û Kurdistanê digirin û ji bo ku berpirsyar bikaribin mudaxale bikin agahiyan didin wan. Dî parêzer bi taybetî j îli di pinpêkirinên li Kurdistanê de Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) agahdar dikin.
Koma Medyaya Civakî ya ku bi taybetî li ser çapemeniyê agahiya ku deng çawa tê bikaranînin didin hatiye avakirin bênavber dixebite û gel agahdar dike.
Li aliyê din li ser îhtîmala qûtbûna ceryanê j îli Navenda Giştî ya HDP’ê jenerator hatin bicihkirin.
(sa)