Nexweşa 115 salî ji bo aştiyê rabû ser xwe
7 Hezîran
13:14
2015
MÊRDÎN (DÎHA) - Li Mêrdînê pîrikeke 115 salî ya bi navê Hacı Şamê Aydemir bi halê xwe yê nexweş ji nav ciyan rabû çû ser sindoqê û dengê xwe bi kar anî. Aydemîr got ku bila êdî aştî û azadî bi ser keve û dengê xwe aştiyê.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Hecî Şamê Aydemîr a 115 salî ya nexweş ji bo dengê xwe bide rabû ser xwe. Hecî Şamê Aydemîr a ku bi kotekê bi re de diçe di destekî wê de gopal bi alîkariya neviyê xwe çû ser sinqodê û girîngiya bikaranîna dengan wiha anî ziman: " Ez şahidê êşên ku bi salan li vî welatî hatin jiyîn im. Divê êdî aştî bibe hakimê vê xakê. Ji bo aştî û azadiyê ez bi halê xwe yê nexweş ji nav nivîna xwe rabûm û min dengê xwe da aştiyê."
(dd/wk)