Li Stenbolê hilbijêr herikîn dibistanan
STENBOL (DÎHA) – Li Stenbolê hilbijerên ku ji bo hilbijartina wekî qedera Tirkiyeyê biguherîne tê nirxandin ji bo dengên xwe bi kar bînin herikîn dibastanan û dibistan tijî kirin. Ji namzetên HDP’ê yê Stenbolê Pervîn Buldan a ku dengê bi kar anî nirxandina “Tirkiye dê ji rojeke nû re hişyar bibe” kir.
Stenbol bi 10 milyon û 231 hezar hilbijêran ve wekî ku bi dengên bê bikaranîn ve bajarekî qedera Tirkiyeyê biguherîne tê nirxandin welatî serê sibehê ji bo ku dengên xwe bi kar bînin herikin dibistanan. Piştî ku saet di 08.00’an de bikaranîna dengan dest pê kir heta niha hate dîtin ku beşdarî zêde ye û ji ciwanan heta welatiyên ku temenê wan pir mezin e ji bo pêşerojo xwe diyar bikin çûn ser sandoqan.
Namzetên HDP’ê deng bi kar anîn
Namzetê HDP’ê yê HDP’ê Pervîn Buldan, Garo Paylan, Ayşe Berktay, Beyza Ustun, Alî Kenanoglu û HEvberdevka HDK’ê Sabahat Tuncel ji bo dengên xwe bi kar bînin çûn ser sandoqan. Buldan û Tuncel dengên xwe li Dibistana Seretayî ya Hasan Kagnici ya Bagcilarê bi kar anîn. Buldan û Tuncel li vir rastî eleqeyeke mezin hatin û piştî ku bi peywirdarên sandoqan re axivîn dengê xwe bi kar anîn û piştre jî Buldan daxuyaniyeke kurt da. Buldan nirxandina “Dengên ku tên bikararîn bila bibin wesîleya aştiyê” kir û anî ziman ku rojeke dîrokî ye û wiha axivî: “êarê piştî saet di 21.00’an dê Tirkiye ji rojeke nû re hişyar bibe. Dê biratiya gelan bi ser keve, dê yên bindast bi ser kevin. Baweriya min ew e ku dê li Tirkiyeyê guhertin û veguhertinek pêk bê.”
Namzeta HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu j îli Dibistana Seretayî ya Fuat Soylu ya taxa Mahmut Şevketpaşa ya Okmeydani dengê xwe bi kar anî. Kerestecîoglu piştre nirxandina “Ji bo mirovahiyê bila bi xêr be” kir.
Hunermend Sezen Aksu jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê dengê xwe bi kar anî. Aksu li Dibistana Seretayî ya Sedat Sîmavî ya Beykozê dengê xwe bi kar anî. Aksu piştî ku deng bi kar anîn pirsên hatin kirin nebersivand.
(sa)