Li Mûşê cerdevanên dengên komî bikar anîn êrîşî HDP'ê kir
MÛŞ (DÎHA) - Berendamê AKP'ê Abdulselam Er, xizmên wî û cerdevanan bi boneya mûdahaleya deng bikaranîna komî kir, Berendamê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim û HDP'yiyan kir.
Li bajarokên Sungû û Karaagac ên navçeya Haskoya Mûşê, Berendamê AKP'ê Abdulselam Er, xizmên wî û cerdevanên bi çek dengên komî bikar anîn. Mûşahîdên partiyên din li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan lê AKP'yiyan û cerdevanan gef xwarin. Bi vê boneyê berendamên HDP'ê ahmet Yildirim û Burcu Çelîk Ozkan, hevserokên bajar ên HDP'ê Elîf Çetînbaş û Abdurahman Çapin, mûşahîdên gerok û parêzan xwestin lêkolînê bikin. Bes berendamê AKP'ê Er û xizmên wî, cerdevanên çekdar êrîşî HDP'iyan kirin.
Cerdevanên bi çek gef xwarin
Li Bajaroka Sungû Er, xizmên wî û cerdevanên bi çek li Dibistana Seredayî ya Hurriyetê ya Sungu bi awayek komî deng bikar anîn. Li dibistanê kesekî li ser navê tevahiya malbata xwe deng bikar anî. Ji ber vê yekê wezîfedarên sandiqê neçar man ku mudahale bikin. Li ser mijarê muşahîdên gerok, parêzer û HDP'yî ji bo lêkolînê çûn dibistanê. Li ser îtîrazê HDP'yî rastî êrîşa Er, xizmên wî û cerdevanan re hatin. Ligel ku leşker hebûn jî mudahaleyî cerdevanan û Er nekir. Cerdevanên çêr li HDP'yiyan kirin, diyarkirin ku destûr nadin tu kesên dengê wan li dibistanê nîne, bikevin hundir. Piştî nîqaşên demdirêj HDP'yî derbasî Bajaroka Karaagaciyê bûn ku heman rewş lê dihat jiyîn. Li Dibistana Seretayî ya Karaagacê jî AKP'yiyan destûr neda ku HDP'yî bikevin dibistanê. Li vir jî xizmên Er û cerdevanan gef li HDP'yiyan û parêzeran xwarin.
(eb)