Demîrtaş: Dê ji sandoqê pêşeroja me derkeve
STENBOL (DÎHA) – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dengê xwe li Dibistana Navîn a Mevlanayê ya Sultanbeylî bi kar anî. Demîrtaş nirxandina “Dê ji sandoqê Pêşeroja me derkeve” kir.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dengê xwe li taxa Hamîdiye ya Sultanbeylî ya Stenbolê li Dibistana Navîn a Mevlanayê bi kar anî. Demîrtaş li baxçeyê dibistanê rastî eleqeyeke mezin a welatiyan hat û bi diruşma “Serokê herî mezin serokê me ye” ve hate pêşwazîkirin û piştre jî ji bo dengê xwe bi kar bîne ket dibistanê. Demîrtaş li sandoqa 1114 a ku deng bi kar anî de peywirdar silav kir û serkeftin xwest, piştre jî ji bo dengê xwe bide çû kabînê. Demîrtaş piştî ku dengê xwe bi kar anî daxuyaniyeke kurt da.
Demîrtaş diyar kir ku bilav hilibjartin bibe wesîleya makeqanûneke nû û tu welatî xwe wekî welatiyên çîna duyemîn hîs neke û wiha axivî: “Daxwaza me ew e ku hilbijartin bila bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiya Tirkiyeyê. Pêvajoya hilbijartinê wekî pêşbaziyeke adil û wekhev derbas nebû. Ez nikarim bibêjim me bêşpaziyeke demokratîk kir. Ligel hemû neheqî û bêdadiyan me hewl da ku hestên biratiya Tirkiyeyê xurtir bikin. Daxawza mine w e ku hemû welat^ibiçin ser sandoqan, Em ji bo pêşeroja xwe ya azad ji bo zarokên xwe dengên xwe davêjin sandoqan. Ji sandoqan dê pêşeroja me derkeve. Encam çi dibe bila be ji bo welat bila bixêr be. Encam çi dibe bila be bila tu kes hêviyên xwe winda neke. Dînamîkeke demokrasiyê ya pir xurt a vî welatî heye. Daxwaza min ew e ku hilbijartin bila bibe wesîleya makeqanûneke nû û tu kes xwe bila welatiyê çîna duyemîn hîs neke.”
Demîrtaş ji peywirdarên sandiqan re jîg ot ku baldar bin û wiha axivî: “Ev deng bi kedeke mezin tê avêtin. Divê pir hişyar û bildar bin. Çi deng ketibe sandiqê divê ew derkeve.”
Demîrtaş piştî daxuyaniya xwe bi Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Ayşe Erdem re ji dibistanê veqetiya.
(sa)