Li Rihayê gefa dengê xwe vekirî bi kar bînin
RIHA (DÎHA) - Piştî dengdayîn dest pê kir ji bo dengê xwe bidin AKP'ê gef li welatiyan dixwin, cerdevan çek bi kar tînin, HDP'î tên kêrkirin û li ser sindoqan û ev yek ewlehiya hilbijartinê ya Rihayê dixe xetereyê. Ev binpêkirina mafan di bin kontrol û desteka hêzên dewletê ve yê kirin.
Li Rihayê bi seatên destpêkirina dengdayînê re binpêkirina mafan jî dest pê kir. Li navçeyên Siwêrek, Wêranşar, Kaniya Xezalan, Halîliye û Eyyubiyeyê yên Rihayê li ser hilbijêran zexta dengê xwe vekirî bi kar bînin tê kirin. Balkêşe ku ev yek li ber çavên leşkeran tê kirin û leşker mudaxaleyî vê yekê nakin.
Gefa dengê xwe vekirî bi kar bînin
Li navçeya navendî ya Halîliyeyê û taxên wê yên ku berê ji AKP'ê re dengên pakêt derketibû, nahêlin muşahîdên sindoqan ên HDP'ê Mehmet Dal û Kemal Atar biçin ser sindoqên li taxên Kisas û Yenîkoyê. Her wiha Dal, parêzerê ji Baroya Rihayê û yên bi wan re hatibûn li ber çavên leşkeran ji hêla keya û xizmên wî hatin derbkirin. Leşkeran kaxiza fermî, belge û kaxiza peywirê yên Dal desteser kirin û xwestin ji taxê derkevin. HDP'î piştî vê êrîşê girtek girtin û ji taxê veqetiyan û tiştên jiyane ji lijneya hilbijartinê re ragihandin. Lijneya hilbijartinê ji bo taxê dadgerek peywirdar kir, ligel vê yekê jî hîn deng vekirî tên bikaranîn.
Li taxa Germuşê jî li sindoqên 2034 û 2035 keyayê taxê û 2 peywirdarên sindoqan dengan vekirî bi kar tînin û muşahîdê HDP'ê Cuddî Îmrek derb kirin. Li ser mudaxaleya lekeran Îmrek dîsa vegeriya ser sindoqê. Keya û xizmên wî zexta dengê xwe vekirî bi kar bînin li ser hilbijêran ferz dike.
Cerdevanên Bucak êrîşî gel dikin
Li taxên Mînut, Daşa û Şekerlî yên Siwêrekê ku berê dengên pakêt ji AKP'ê re derketibûn, cerdevanên Bucak HDP2iyan derb kirin û zexta dengê xwe vekirî bi kar bînin li ser hilbijêran ferz dikin. Li taxa Mînutê cerdevanan HDP'iyên bi navê Dagistan Dengtav Oktan, Sînan Oktan, Ferhat Oktan, Mehmet Oktan, Suat Oktan, Huzîi Oktan û Hasan Oktan derb kirin û dengên xwe vekirî bi kar tînin. HDP'iyên ji hêla cerdevanan hatin derbkirin ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê. Li taxên Daşa û Şekerliyê jî HDP'iyên li dijî bikaranîna dengên vekirî derketin hatin derbkirin. ÎHD û Baroya Rihayê çavdêr şandin hersê taxan.
Li Wêranşarê jî xizmên Seyyît Eyyupoglu yê AKP'î li taxên lê dijîn dengê xwe vekirî bi kar tînin. HDP'iyên li taxa Karpuzluyê li hemberî wan derketin hatin derbkirin. Heyeta çavdêriyê diçin taxê.
Her wiha li taxa Şeyh Çobanê ya Halîliyeyê di bin çavdêriya leşkeran de nahêlin muşahîdên HDP'ê têkvin taxê. Li taxa Yeşîlurfayê jî 50 kes êrîşî muşahîdên HDP'ê kirin. Li Kaniya Xezalan jî nahêlin muşahîdên HDP'ê têkevin Dibistana Seretayî ya Mîmar Sînanê. Li taxên Golbaşi û Ambartepeyê yên Eyyubiyeyê jî sindoq hêj nehatine danîn. Li taxa Yamaçaltiyê jî AKP'i dengê xwe vekirî bi kar tînin.
(wk)