Bikaranîna dengan bi binpêkirinan ve dest pê kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Li Tirkiyeyê ji saet 08.00’an vir ve hilbijêr diçin ser sandoqan bikaranîna dengan li bajarên herêmê bi binpêkirinên mafan ve dest pê kir. Li bajaroka Sungu ya bi ser navçeya Haskoyê namzetê AKP’ê Abdulselam Er ê ku li dibistana seretayî ya Hurriyetê dengê xwe bi kar tîne bi cerdevanan ve hate û muşahît û parêzeran nahêlê dibistanê, li gundê Gelîntepa ya navçeya Bongîlanê jî hate gotin ku cerdean bêyî nasname dengên xwe bi kar tînin.
DÊRSIM
Ligel qedexeya YSK’ê ya propagandaya partiyên siyasî li Dêrsimê CHP li taxan alên xwe ranekir û wesayîtên anonsê yên CHP’ê j îli taxa Mogoltayê tur davêjin.
ÇEWLIK
Li Çewlikê welatî diçin ser sandoqan û çavdêrên hilbijartinê bi binpêkirinan re rû bi rû man. Heyeta çavdêr a ku di nav de kesên ji Swêdê hatine li gundê Elmaliyê rastî tehdîda cerdavan û leşkeran hatin. Heyata ji 4 kesan pêk tê û dixwaze çavdêrî bike ji aliyê leşker û cerdevanan ve bi çekan hatin tehdîdkirin, nehîştin bikevin dibistanê. Leşker û cerdevan bi heyetê re nîqaş kirin ji ber ku nîqaş zêde bû cerdevanan gotina “Ji gund derkevin heke dernekevin em ê we bikujin” gef li wan xwarin. Heyet li ser tehdîdan ji gundê Elmaliyê derket û çûn gundekî din. Li gundê Gelîntepeyê hate hînbûn cerdevan bêyî nasnema deng bikar tînin.
ELEZÎZ
Li taxa Cumhuriyetê li Lîseya Selîm Hazar Dagliyê polîsan hemû muşahîdên partiyan asteng kirin û nehîştin bikevin hundir. Ligel ku mafê muşahîdan a hejmartina zerf û pusulayan heye jî polîsan muşahîd negirtin hundir. Polîsan ji muşahîdan re gotine piştî bikaranîna dengan dest pê dike dikarin bikevin hundir û bi vî rengî astengî derxistine.
AGIRÎ
Li Agiriyê jî welatî serî sibahê çûn ser sandoqan û HDP her sandoqê bi 5 muşahîdan diparêze û heyeta ku ji Faransayê hatiye jî hilbijartinê dişopîne. Li gundê Serokê AKP’ê yê Agiriyê Abdurrahman Çetîn ê Yaziciyê hate îdiakirin ku bi zor êtê xwestin ku welatî dengên xwe bidin AKP’ê. Piştî nerazîbûna welatiyan çavdêrên hatin mudaxale kirin.
ERDEXAN
Li Erdexanê serê sibehê welatî çûn ser sandoqan. Li navendê û navçeyan deng bikaranîn didome li gundê Balikçilarê 83 hilbijêr hene lê ligel vê yekê jî 412 pusule hatiye şandin. Li gundê Çullu û navçeya Golanê jî hate hînbûn kuz êde pusula hene.
MÛŞ
Li bajaroka Sungu ya Haskoyê namzetê AKP’ê Abdulselam Er bi cerdevanan ve hate dibistana Hurriyetê û hate hînbûn ku cerdevan bi komî deng bi kar tînin, rojnameger û parêzeran nahêlin dibistanan. Li navçeya ku welatiyên ereb zêde ne tu maduxale nehat kirin, parêzer û rojnamegerên ku xwestin dîmem bikişînin jî hatin astengkirin.
WAN
Li Wanê jî hem hilbijêr hem jî peywirdan çûn dibistanan û hate hînbûn kul i gelek dibistanan ligel ku neqanûnî ye jî muşahîd û gel ji baxçeyê dibistanê derxistin.
(sa)