DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Wan ji silavkirina Amedê re amede ye

 
6 Hezîran
11:45 2015

WAN (DÎHA) – Li Wanê ji bo mitîna HDP’ê dest pê bike çend seat mane û gelek ber bi qadê ve diherike û gel amadekariya êrîşa bombeyi ya li hemberî mitînga Amedê şermezar bikin dike. HDP bi mitînga xwe ya fînalê bi dirûşme û dowîzan ji gelê Amedê re silav dişine.

Mitînga HDP’ê ya Wanê li Dûryana Beşyolê bi tevlîbûna dest hizaran dest pê kir. Li qadê amadekariyên dawî tên kirin û li hemberî provokasyonekê hem polis û hem jî zabitayên şaredariyê bi kûçikan lêgerînê dikin. Gele bi 4 aliyan de li nokteyên piştî lêgerîna zabitayan dikevin qadê. Qada bi alên HDP’ê û wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag hatin xemilandin. Li qadê gelek pankartên û dowîz hatin daliqandin.

Ligel sedhezaran welatiyan wekîlên HDP’ê, namzetên HDP’ê yên Wanê, hevşaredar, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesên din tevlî dibin.

Piştî êrîşa bombeyi ya li hemberî mitînga Amedê li Wanê tedbir hatin kirin. Di çarçoveya tedbîran de hemû konteynirên çopê yên herêmê hatin rakirin. Destûrê nadin wesayît park bikin. Ji serê sibê ji navçeyan welatî ber bi Wanê ve dest bi herikînê kirin.


Li navenda navçeyê jî ji taxan gel bi meşê ber bi qadê ve diçe. Di mitînga fînalê de dê ji Amedê re silavekî mezin bişînin.Welatiyên tevlî mitîngê bûn kincên gelerî li xwe kirin.

Piştî lêgerînê welatî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Qatîl Erdogan", "Destên dirêjî HDP'ê dibin bişkên” û “Em HDP ber bi meclîsê” berz dikin.

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN