Wan amadekariya rekora hilbijartinê dike
AMED (DÎHA) - HDP, di çarçoveya xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de, dê mîtînga fînalê li bajarê Wanê ku wekî dilê Serhedê tê zanîn pêk bîne. HDP, li Wanê armanc dike ku herî kêm 6 wekîlan bişîne meclîsê û mîtînga herî girseyi û bi coş pêk bîne.
HDP, di çarçoveya xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de, dê li Qada Pênçriyana Wanê mîtînga fînalê ya herî mezin pêk bîne. Ji bo mîtînga mezin bi hefteyan e amadekarî tê kirin û tê armanckirin ku mîtînga herî girseyî û herî bi coş pêk bînin. HDP'ê li bajarê Wanê di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 2014'an de ji 14 şaredariyan 12 şaredarî bi dest xistibûn. Di hilbijartina Serokomariyê de jî namzetê HDP'ê Selahattin Demirtaş ji sedî 55 deng girtibû. Di 4 hilbijartinên dawî de partiya kurdan li Wanê her tim di rêza yekem de cih digire. Bajarê Wanê ku 596 hezar û 809 hilbijêr hene, dê di 2012 sindoqan de deng bikar bînin. Di hilbijartina 7'ê hezîranê de HDP armanc dike ku ji 8 wekîlan herî kêm 6 wekilan bişîne meclîsê. Di vê hilbijartinê de armanc dike ku ji sedî 65'an derxe. Niha Wan di vê hilbijartinê de xwe amade dike ku dîrokê binivîse. Ji sala 1963'an heta 2014'an tu partiyan li ser hev du caran şaredarî bi dest nexistiye. HDP, di hilbijartina 2007'an de 2 namzetên serbixwe û di sala 2011'an de jî 4 namzetên serbixwe şandin meclîsê.
HDP ji bo hilbijartina 7'ê Hezîranê 2 mehin bi şev û roj kolan bi kolan, mal bi mal, gund bi gund û tax bi tax xebatên hilbijartinê dimeşîne û amadekariya hilbijartinê dike. HDP, dê îro piştî saetên nîvro mîtînga fînalê pêk bîne. HDP ku di xebatên hilbijartinê de bi 400 hezar hilbijêran re rû bi rû hevdîtin kirin, armanc dike ku di vê mîtîng û hilbijartinê de reqorê bişkîne. Gelê Wanê, piştî erdheja Wanê ji ber polîtîkayên AKP'ê ji hûmetê û dewletê hêrs bûye. Bi taybetî welatiyên ku di TOKÎ'yan de bi cih bûn, ji ber ku rayedarên hikûmetê TOKÎ'yên bi 40 hezar TL bi 100 hezar TL firotin welatiyan û ji ber polîtîkayên aborî û civakî êdî gelê Wanê ji AKP'ê aciz bûye.
HDP dê mîtînga fînalê pêk bîne
HDP ku demek dirêje xebatên hilbijartinê li Wanê dimeşîne dê îro di çarçoveya xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de mîtînga herî girseyî, dîrokî û fînalê pêk bîne. Hemû amadekariyên mîtîngê bi dawî bûn. Li bendê ye ku gelê biherike qada mîtîngê bertekên xwe yên li dijî teqîna duh li Amedê pêk hat jî bînin ziman. Gelê Wanê ji bo li dijî talûkeyan û teqînan tedbîrê bigire şevê din li qada mîtîngê nobet girtin. Di saetên serê sibehê de bi hezaran kes herikîn qada mîtnîngê. Hemû qadên mîtingê ji aliyê zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatin girtin û nokteyên kontrolê hatin avakirin. Mîtînga ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag beşdar bibe dê saet di 13.00'an de dest pê bike.
(mae)