DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Namzetên HDP'ê li gundên Cizîrê-Silopî geriyan

 
5 Hezîran
17:15 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê di çerçoveya xebatên hilbijartinê de HDP'ê bi konvoyekê çûn serdana welatiyên li gundên di navbera Cizîr û Silopî dijîn.

Namzetên HDP'ê yên Şirnexê di çerçoveya xebatên hilbijartinên 7'ê heziranê de bi konvoyek dirêj gundên di navbera Cizîr û Silopî de ziyaret kirin. Di serdana gundan de nazmetê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Konur, Hevserokên HDP'ê û DBP'ê û bi sedan welatî bi wesayitên xwe tevlî konvoyê bûn. Konvoya HDP'ê ya bi sedan wesayitan pêk tê çûn serdana gundê Kirox, Bêhmûr, Bilindarê, Birkê, Gurika, Xuluman, Mehmidiyê û Misiriyê. Welatiyan bi coşeke mezin konvoya HDP'ê pêşwazî kirin.

Di serdana gundan de parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz hişyariya ewlehiya sindoqan kir û diyar kir ku divê welatiyên ji bo kar çûne derve roja hilbijartinê de amade bin û dengê xwe bidin HDP'ê.

(cno/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN