Amed ji bo HDP'ê li ser piyan e
AMED (DÎHA) - Gelê Amedê ji çar aliyan bi silogana "Em biçin meclîsê" di mîtînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê de hat cem hev. Gel ji tax û navçeyên Amedê wekî lehiyê diherike qada mîtîngê û tevlêbûn zêde dibe. Li qada mîtîngê pankarta "Kendine ayix ol Tayyip" bal kişand ser xwe. Dîsa dowîzên Erdogan rexne dikin hatin rakirin. Ji niha de girseyek bêhempa li qadê kom bûn.
Rêxistina HDP'ê ya Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Îstasyonê bi tevlêbûna sed hezaran mîtîng pêk anî. Ji çar aliyên Amed û navçeyên Amedê, herikîna deh hezaran a qada mîtîngê didome. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş namzetên HDP'ê, heyeta goran û YNK'ê jî dê beşdarî mîtînga HDP'ê bibin. Girse bi silogana "Em biçin meclîsê" diherikin qada mîtîngê. Li qada mîtîngê dovîz û pankartên ku qerfên xwe bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Ahmet Davûtoglu dike hatin vekirin. Pankarta "Ji kesên navê wan li jêr kijan Serokwezîr e? A-Erdoğan, B- Davutoğlu" û dowîzên "Li dijî TOMA'yan kevri û li dijî dizan Demirtaş", "Kendine ayığ ol Tayyip", "Trafolar li cem mene tu li rehetiya xwe binere" rakirin. Girse bê navber silogana "Em HDP, Em biçin meclîsê" berz kirin. li qada Mîtîngê girse li ber def û zurneyan û stranan govend gerandiye. Dîsa girse bê navber êrîşên ku li dijî HDP'ê bi siloganan şermezar dike.
Gelek ciwanan jî tîşortên "Em biçin meclîsê" li xwe kirin. Bi sed hezaran kesên li qada mîtîngê kom bûn ji ber qad tije kiriye derketine ser dîwar, balkon û darên derdorê. Amed bi vê mîtînga HDP'ê mohro xwe li dîrokê dixe. Herikîna deh hezaran ya qada mîtîngê didome. Bi sedan welatî bi maşîneyên xwe, otobusan bi alan û siloganan diherikin qadê. Li gel roj e jî li gelek qad û kolanên Amedê fîşekên hewayî tê avêtin. Ji 7 salî heta 70 salî gel bi rengê HDP'ê, kesk, sor û zer diherikin qada mîtîngê Mîtîng bi stranan didome.
'Daxwaza Amedê azadiya Ocalan e
Gelê ku herikî qada mîtîngê û ji HDP'ê azadiya Ocalan dixwaze, bê navber siloganên azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" berz dike. Li platformê posterê mezin ê Ocalan û pankarta "Silav silav ji Îmraliyê re Hezar silav" hat daliqandin.
Li gel sed hezaran welatiyan nûnerên welatên Stêd, Fransa, Norveç Danimarka Rojava, YNK'ê û Goran amade bûn. Dîsa nûnerên saziyên sivîl ên civakî li qadê amade bûn. li qadê anonsa "HDP îro Tirkiye, HDP îro Kurdistan e" berz dike Girse jî bi silogana "Em HDP, Em biçin Meclîsê" û "Reco em te nakın başkan" berz dikin.
Ji çar milan de herikîna qada mîtîngê didome.
(mae)