Xebatên namzetên HDP'ê yên Êlihê didome
ÊLIH (DÎHA) - Namzetên HDP'ê yên Êlihê Alî Atalan, Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz xebatên xwe yê hilbijartinê ku 2 roj jê re mane bênavber didomînin.
Namzetên HDP'ê yên Êlihê Alî Atalan, Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz xebatên xwe yê hilbijartinê ku 2 roj jê re mane bi kelecaneke mezin bênavber bdidomînin. Namzeta HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî û kesên pê rê li heremên Biratî, Aştî, Demokratîk û Azadiyê yek bi yek li malbatên ku xizmên xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe jidest dan, ziyaret kirin. Malbatan bi coş û kelecaneke mezin namzeta xwe pêşwazî kirin û malbatan dilsozî û piştevaniya xwe anî ziman. Di serdana malbatan de dayika bi navê Asiyê Sevim a ku kurê xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd de winda kiriye destnîşan kir ku gelek giringiyê dide vê hilbijartinê, ji ber ku ev hilbijartin dê bibe bersiva êşa dayikên kurd. Namzet Becerîklî piştî serdana malbatan buroyên hilbijartinê HDP'ê yên li taxan ziyaret kirin.
Namzetê HDP'ê ya Êlihê Hasan Yagiz û Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr jî li taxa 19 Mayis û Çayê yek bi yek li esnafan geriya û piştgiriya wan xwest. Yagiz û kesên pê re piştî gera xwe ya li taxan bi dawî kirin tevlî mewlûda gerîlayên PKK'ê Hamît Abay (Rêdûr) û Nîzamettin Degîrmencî (Brusk) yên ku li cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan û nasnameyên wan nû hatin aşkerakirin bûn. Namzet Yagiz û kesên tevlî mewlûdê bûn ji aliyê malbatan ve li ber derî hatin pêşwazîkirin. Namzet Yagiz û kesên pê re piştî ku ji mewlûdê veqetiyan gera xwe ya li esnafan berdewam kirin. Esnafên taxê anî ziman ku dê heya dawiyê piştgiriyê bidin HDP'ê û ji bo azadiya gelê kurd dê bi hilbijêrên xwe re bin û bi wan re têbikoşin.
Namzetê HDP'ê ya Êlihê Alî Atalan jî di heman demê de li taxa Şîrînevlerê li esnafan geriya û bi nîştecihên taxê re hatin cem hev. Atalan û kesên pê re bi belavokên HDP'ê li welatiyan belav kirin. Atalan piştî ku serdana esnafan malbata yek ji pêşengê PKK'ê Ahmet Îbîn ê ku li bajarê Êlihê di sala 80'an ji bo azadiya gelê kurd têkoşîneke bêhempa da meşandin û li çiyayê navçeya Sasonê di şer de jiyana xwe ji dest da ziyaret kir.
Namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî li esnafên taxan geriya piştgirî xwest.
(ho/wk)