Li çiyayên Colemêrgê 'Jiyana Nû' bilind dibe
COLEMÊRG (DÎHA) - Mitînga HDP'ê ya Colemêrgê li taxa Merzanê bi tevlîbûna deh hezaran kesan dest pê kir. Li bajar hemû kes ber bi qadê ve herikî û navenda bajar valabûn. Li qadê dirûşmeyên bilind dibin li çiyayên Colemêrgê deng vedidin.
Li Colemêrga ku heya niha serî li desthilatdaran netewandî bi beşdariya deh hezaran welatiyan mîtînga HDP’ê bi coşeke mezin dest pê kir. Bi hezaran kes beriya mîtîng dest pê bike li gelek nokteyên bajêr kom bû bi dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Kobanê” ber bi qada qada mîtîngê ya li taxa Merzanê ve dest bi meşê kirin û li qadê dengê “Em HDP ne, Em biçin Meclisê” bilind dibin. Her meclisên taxan bi sedan kesan re bi kortejan û bi pankartên xwe diherikin qadê û ji gundan jî bi hezaran kes bi alên HDP’ê hatin qadê.
Bi deh hezaran welatî ku piranî jin û ciwan bi şal û şepikan, kiras û fîstanan qad veguherandin keskesorê. Girseya alên KCK, PKK’ê û YPG’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên HDP’ê vekirin û bi coşeke mezin ketin qadê. Di heman demê de serê sibê bi hezaran kes jî ji gundan û navçeyan bi wesayîtên hatin mitîngê.
Qada mîtîngê jî bi alên HDP’ê hatin xemilandin û wêneyen şervanên ku di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Li qadê posterek Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ala KCKê, wêneyên 3 siyasetmedarên jin ên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Li ser rêyên qadê jî hemû bi alên HDP’ê reng bi reng hatin xemilandin û pankartên ku li ser “Ji mirovahiya mezin re bêje erê” hatin daliqandin.
Piştî nimêjî beşdarî mîtîngê bûn
Ji ber nimêja înê bi sedan welatî jî piştî nimêjî ji mizgeftê derketin hatin qadê û beşdarî coşa “Jiyana Nû” bûn. Her wiha navenda bajêr hema hema vala bûye û esnaf ji bo beşdariya mîtîngê darabayên dikanên xwe anîn xwarê. Karkerên înşaatê û xwendekarên dibistanan jî bi unuformayên dibistanê beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de welatiyên ku duh li Erzuromê rastî şîddeta faşîstan hatin jî nehatin jibîrkirin û pankartên ku li ser “7 Hezîranê dê dawiya AKP’ê bibe”, “Benda sedî 10’ê çi ye? Em ji çiyayan derbas bûn û hatin”, “Em ê te nekin serok ey Dizo” “Ji karwanên HDP’ê slav ji Grava Îmraliyê re” dinivîsîn rastî eleqê hatin.
Mîtîng bi hatina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag veguheriya şahiyê. Yuksekdag ku di ketina bajêr de bi konvoyek bi sedan wesayîtan hat pêşwazîkirin di ketina mîtîngê de rastî eleqeyek mezin hat. Konvoya ku bi rengên kesk, sor û zerê hatibûn xemilandin li cihê ku derbas dibû jî rastî eleqeya welatiyan hat. Li bendêne ku Yuksekdag demek kin de bê qadê. Coşa welatiyên ku ketibûn govendê bi hatina Namzetên HDP’ê yên Colemêrgê derket lûtkeyê herî jor.
Bernameya mîtîngê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre peyama Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik hat nîşandan. Welatiyan bi bêhnekê axaftina Bayık guhdar kirin û bi yek dengî dirûşma "Bijî serok Apo” berz kirin.
Mîtîng bi axaftinên namzetan berdewam dike.
(gka/bd)