DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Demîrtaş: Em dixwazin ji hilbijartinê aştiyê derbixin

 
5 Hezîran
13:24 2015

AMED (DÎHA) - Nûnera Buroya Aştiya Navneteweyî ya Îtalyayê Fulgîda Barattonî Xelatê Aştiyê yê Navneteweyî yê 2015'an da Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş. Demîrtaş, di merasîmê de axivî û balkişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: "Di civaka 120 salin rûyê me nekeniya de em dijîn û em dixwazin ji vê hilbijartinê aştiyê derbixin. Em behsa aştiya tenê çek bêdengbûyîn nakin. Helbet divê çek bêdeng bibin lê li cihê biçîbûn û xizanî heyî aştî çênabe. Em di vê hilbijartinê de dixwazin bi tememî aştiyekê derbixin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Otela Grenn Parkê ya Amedê bi nûnerê rêxistinên sivîl û karsazan re hat cem hev. Rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin, Namzetên HDP'ê yên Amedê, heyetên Goran û YNK'ê tevlî bernameyê bûn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ber bi dawîbûna xebatên hilbijartinê ve diçin.

'Em dixwazin di hilbijartina 7'ê hezîranê de aştiyekî rast derbixin'

Demîrtaş jî diyar kir ku rojeva sereke ya Tirkiyeyê hilbijartina 7'ê hezîranê ye û wiha got: "Her hilbijartin di civakê de hîsên nûbûnê çêdike lê tu hilbijartin qasî vê hilbijartinê di civakê de şikestin û nûbûnê pêk nayne. Hemû welatî dizanin ku her deng tenê me bi bandor nake. Her deng dê bandorê li Tirkiyeyê bike. Di vê hilbijartinê de hêviya me ew e ku em aştiyê derbixin. Em di civakekî 120 salin rûyê me nekeniya de dizîn. Helbet divê çeke bêdeng bibin lê li cihê birçîbûn û xizanî heyeî aştî çênabe. Heke hawirdora me bê qetilkirin û êrîş pêk bên aştî tuneye. Em dxiwazin ji vê hilbijartinê aştiyekî rast derbixin."

'Heke me nekevin meclîsê piraniya welat dê derveyî meclîsê bimîne'

Demîrtaş anî ziman ku weke HDP bi hemû derdorên Tirkiyeyê re hatin cem hev û dixwazin nûnertiyekî wekhev di parlementoyê de pêk bînin û wiha axivî: "Me ji vî welatî re ji sedî 10 benda hilbijartinê pêk neyan. Ligel vê bendê em bi serxwe ketin meclîsê. Heke em nekevin parlementoyê dê piraniya welet derveyî meclîsê bimîne." Demîrtaş da zanîn ku gotinên AKP'ê yên têkildarî benda hilbijartinê de ber bi faşîzmê re diçe. Demîrtaş gotinên Serokomar û Serokwezîr ên "Çima weke partî nakevin hilbijartinê?" bi bîrxistin û wiha got: "Heya me biryara em bi partiyê bikevin hilbijartinê girt wisa digotin. Ez bawer dikim dema me biryara em bi partiyê bikevin hilbijartinê girt yê li qesrê niha gotiye 'bedewam 40 wekîl tên' Digotin em gelek bi aqil in û kurd ewqas bi aqil nabin. Difikirîn ku xwedê tenê aqil daye wan. Weke ku ji bilî wan tu kes nikare siyasetê bike.Lê dema bilindbûna me dîtin tirsiyan û dest bi êrîşan kirin."

Demîrtaş bilêv kir ku heke li vî welatî hemû kesî weke wan aqilê xwe windakiriba dê Tirkiye weke Suriyeyê lêhatiba û wiha pê de çû: "Heke îro li Tirkiyeyê şereke navxweyî tuneye ev bi saya HDP'ê pêk tê. Gelên Suriyeyê bi hezaran salan bi hev re jiyan lê niha li heman tax najiyîn.Niha tenê li Rojava gel bi hev re dijîn." Demîrtaş destnîşan kir ku pêşeroja welat bi nîjadperestiyê nayên înşakirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "An em dê weke Suriyeyê lê bên an jî dê weke HDP'ê lêbên. Tirkiyeya AKP'ê Suriyeye. Ji ber ku her tiştî ler ser tekbûnê dikin. Em li vî welatî dixwazin hemû kes azad bin. Kurd weke kurd bijîn, yê dixwazin biçin dêrê bê tirs biçin, tu kes gotinan ji cemxaneyan re nebêje dixwazin."

'Li hemberî êrîşan baldarî'

Demîrtaş bertek nîşanî êrîşên di demên dawî de li hemberî HDP'ê zêdebûn da û wiha got: "Em li Tirkiyeyê gelek caran rastî êrîşan hatin. Xwestin hevalên me bi zindî bişewitînin û qetil kirin. Li hemberî van hemû êrîşan divê em baldar bin. Em dixwazin di 7'ê hezîranê de baldarî û aştî qezenc bike. "

Demîrtaş anî ziman ku Serokomar Erdogan makezagonê binpê dike û dixwaze partiya wan di bin bendê de bihêle.

Ji Demîrtaş re xelata navneteweyî

Pişt re Nûnera Buroya Aştiya Navneteweyî ya Îtalyayê Fulgîda Barattonî diyar kir ku wan ji Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya 2015'an re Demîrtaş layîq dîtin. Barattonî pişt re xetal da Demîrtaş.

Demîrtaş jî got, "Ez vê xelatê li ser navê kesên li kolanan me windakirin û hemû dayîkên dilşewat digirim."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN