DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Taxa kurdan di bin dorpêça polîsan de ye

 
5 Hezîran
12:06 2015

ERZIROM (DÎHA) - Piştî mîtînga HDP'ê ya Erziromê ya ku bi êrîşên nîjadperestên AKP'î gelek kes birîndar bûn, taxa Mahallebaşiya piraniya wê kurd lê dijîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Piştî mîtînga HDP'ê ya Erziromê ya ku bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş pêk hat û bi êrîşa nîjadperestên AKP'î bi dehan kes birîndar bûn û gelek wesayît hatin rûxandin. Piştî êrîşê taxa Mahallebaşi ya navçeya Yakutiyeyê ya ku bi piranî kurd lê dimînin ji aliyên polîsan ve hat dorpêçkirin. Tîmên taybet û polîsên sivîl bi TOMA'yan li navçeya disekinin. Welatiyên ku ji rewşê bi fikar in jî li ber avahiya HDP'ê sekinîne.

(dd/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN