DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

HRRK: Li dijî hişmendiya tekparêzî dengê xwe bidin HDP'ê

 
5 Hezîran
11:53 2015

AMED (DÎHA) - Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bang li her kesî kir ku li li dijî hêzên tarî û hişmendiya tekparêzî piştevaniya HDP'ê bikin û dengê xwe bidin HDP'ê.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo HDP di hilbijartinên 7’ê hezîranê de anî ziman. HRRK'ê bang li hemû kesên aştîxwaz û azadîxwazan hate kirin ku cihê xwe di nava projeya biratiya gelan û jiyana azad a bi rûmet de bigirin. HRRK'ê daxuyand ku Tirkiye bi giştî û bakurê Kurdistanê bi taybetî jî di rojên dîrokî re derbas dibe û wiha got: "Gelên ku li vî welatî dijîn bi rêya dengdayîna di hilbijartinên 7’ê hezîranê de de biryardarî xwe amade dikin ji bo jiyana azad, wekhevî, xweser û bi rûmet ji bo li dijî zilm û zordariyê dengê xwe bilind bikin. Ev hilbijartin wekî hilbijartinên herî dîrokî û herî girîng tên nirxandin ji ber pêvajoya nazik ku Tirkiye û bakurê Kurdistanê tê re derbas dibe. Bi taybetî jî pêvajoya aştiyê û hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li vî welatî. Her wiha girîngiya wê ji ber vê yekê jî tê ku em di demekê de derbas dibin li hemû Rojhilata Navîn hêzên tarî yên di bin kirasê ola îslamê de karê çetetî û zordariyê dikin xwe li ser gelê herêmê ferz dikin û gefan li jiyana pirçandî û pirengiya gelê herêmê dike."

HRRK'ê daxuyand ku hilbijartina 7’ê hezîranê wê deriyeke nû ji hemû gelan re veke û wiha pê de çû: "Ev hilbijartin ji bo xêzkirina asoyeke nû ji bo gelên herêmê bi hemû cudahî û rengîniya xwe ji bo jiyana wekhev û bi rûmet. An jî wê bibe şikandineke kûr û derî li ber êş û azarên nû û li ber pêvajoyeke tarî veke. HDP bi pirengiya xwe ruhê nûjenî û dîroka hevbeş a gelên herêmê û pêşeroja wan a hevbeş temsîl dike."

HRRK'ê bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin HDP'ê û domand: "Em wekî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê em piştgiriya partiya HDP’ê dikin û bang li hemû hêzên aştîxwaz dikin ku hişyar bin û haya wan ji komployên ku bi destê hin hêzên tarî tên hûnandin hebe. Serkeftin wê para bijareka biratiya gelan û jiyana hevbeş be, serkeftin wê ya azadîxwaz û aştîxwazan be û ronahiya xwe bide hemû Rojhilata Navîn. Em hêzên tarî yên ku dixwazin hemû herêmê vegerînin tarîtiya serdemên berê şermezar dikin û bi dil can piştgiriya xwe ji bo biratiya gelan, aştî û jiyaneke bi rûmet dikin."

(wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN