DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

HDP dê li Çankiriyê surprîz bike!

 
5 Hezîran
10:58 2015

DENÎZ NAZLIM

ÇANKIRI (DÎHA) – Namzetên HDP’ê yên Çankiriyê Huseyîn Karataş û Selfînaz Goçmez ji roja ku ji bo xebatên hilbijartinê hatine Çankiriyê heta niha di bin pêkûtiyan de xebatên xwe didomînin û herî dawî di 1992’yan de piştî serdema SHP’ê ango piştî 23 salan yekem namzetên çepgir û sosyalîst ên ku li vir xebatê didim meşandin in. Çankiriya ku 132 hezar hilbijjêr hene yek ji bajarên Anatolyaya Navîn a ku tê texmînkirin ku HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de suprîz bike û dengên xwe zêde bike ye.

Li Çankiri ya ku bi hezar kurd û elewiyan bi salan nasnameyên xwe mecbûr man veşêrin piştî bayê HDP’ê li bajar zêde bû ev tirs jî hêdî hêdî ji holê tê rakirin û tê dîtin ku HDP li bajar dengên xwe zêde dike. HDP li Çankiriyê herî kêm 5 hezar dengan hedef dike. Pêkûtiyên li hemberî hilbijêran û tehdîdên Yekîtiya Xizmetbirina Gundên Navçeyên Navendî ya girêdayî Walîtiyê ya “Heke hûn deng bidin HDP’ê em ê xizmetê nedin we” jî didome.

Hemû dibişin hev tenê HDP cuda ye

Namzetên HDP’ê Karataş û Goçmez ên ku em bûn mêanî wan û xebatên wan şopand dema ku em serê sibehê ji riya Enqereyê katni bajar tişta ku ewil bala mirovan dikişîne rewşa HDP’ê ya li Çankiriyê vêdibêje. Li şaneşîna malekî alên CHP, MHP, Partiya Vatan û ala tirkan hatiye daliqandin û bi vî rengî peyama “biratiya partiyan” didin. Ev şaneşîn dibêje ku hemû partî dişibin hev tenê HDP ji wan cuda ye.

Li Çankiriyê li navenda bajar alên hemû partiyan hatine daliqandin lê tenê afîş û alên HDP’ê tên çirandin, dîsa li bajar saziyên dewletê welatiyan bi gotina “Heke hûn dengê xwe bidin HDP’ê em ê xizmetê nedin we” gel tehdîd dikin. Dîsa tenê namzetên HDP’ê bi boyaxa spreyê ve siloganên partiya xwe dinivîsînin. Ev hemû cudatiya HDP’ê ji partiyên din nîşan dide.

Gundê Kuçukbahçelerê gundên din jî nîşan dide

HDP’î li navçeyên wekî Orta, Şabanozu, Kizilirmak û Çerkeşê û li gundên wan xebatê dimeşînin. Namzetên HDP’ê di rê de alên HDP’ê didaliqînin û wisa diçin û bi vî rengî em xwe digihînin gundê KUçukbahçeler a bi ser navçeya Kizilirmakê. Li gund em diçin gelek malan û li vir welatiyê bi navê Şahîn bi gotina “Bila gumana we nebe em ê dengê xwe bidin we” namzetan pêşwazî dike û bi kelecaneke dibêje kul i gund dê 30’î zêdetir dengên AKP’ê derbasî HDP’ê bibe.

Welatiyê bi navê Îsmet Turan ê ku namzetên HDP’ê dibin mêvanê wî jî dibêje kul i gundên kurdan ji bo HDP’ê eleqeyeke mezin heye. Welatiyê bi navê Alî Satilmiş ê ku em diçin mala wî jî gotinên Turan piştrast dike. Malbata Satilmiş a ku bi sewalkariyê debara xwe dike balê dikişîne li ser çandinî û sewalkariya kul i Çankiriyê hatiye asta têkçûnê.

Dema ku em ji navçeya Kizilirmakê ber bi navenda bajar derdikevin rê em dibînin ku alên ku beriya 2 saetan HDP’iyan daliqandine li cihê xwe nînin. Namzetê HDP’ê Karataş dibêje ku berpirsyarê vê yekê wesayîta AKP’ê ya ku ji cem wan derbas bûye ye.

Ji bo HDP’ê xebitî ji kar hate avêtin

HDP wekî li gelek bajaran dixwaze xebatên hilbijartinê mayînde bike û rêxistina bajar li vir ava bike. Ajokarê bi navê Erdal Sari yê ji bo avakirina rêxistina bajar tevli xebatên HDP’ê bûye tiştên ku jiyaye wiha tîne ziman: “Ez ji Edeneyê ji rê hatim. Li mala xwe rûdiniştim. Patronê min li min geriya. Bi gotina ‘te pir pere kişandinye’ xwest ez katrê bidim wî. Dema ku ez ji rê hatibûn jixwe min hesab dabû. Patronê min hîn bûye ku ez di HDP’ê de cih digirim. Çûm cem lê, ne li cihê xwe bû. Ez vegeriyam malê. Nêz îmalê dawet hebû ez çûm wir. Piştî ku vegeriyam mala xwe 2 polîs li ber derê mal êli benda min bûn. Bi îdiaya Erdal Sari serxoş e gilî kirine. Bêyî ku tespîta vê yekê bikin min birin qereqolê. Dema ku ez çûm qereqolê belgeyên ku ez îmze bikim li ber min bû. Berê amade kirine. Gotin vê derê îmze bike lê min îmze nekir. Heke min ereq vexwaribe dê 6 mehan ehliyet amin desteser bikin l êli vir 2 sal dihat nivîsandin û yek jî 2 hezar û 500 TL cezayê pere. Ez ji wir derketim çûm nexweşxaneyê û ji bo ku muayeneya eraqê bikin lê nexweşxaneyê jî nekir. Piştî 3 rojan ez çûm cem patronê xwe lêb i hinceta ehliyet amin tuneye min ji kar derxist.”

Sari yê ku nêzî mehekî ye betal e diyar kir ku ligel hemû tehdîd û pêkûtiyan dê ji bo HDP’ê xebatên xwe bidomîne.

Bandora şerê qirêj didome

Dema ku em li navçe û gundan digeriyan welatiyên ku dengên xwe bidin HDP’ê nedixwastin navên xwe bidin û nehîştin wêneyên wan bên kişandin. Sedema vê nêzîkatiya welatiyan, welatiyê bi navê Alî Îhsan bi nêzîkatiya Yekîtiya Xizmetbirina Gundên Navçeyên Navendî ya girêdayî Walîtiyê ya “Heke hûn deng bidin HDP’ê em ê xizmetê nedin we” ve girê dide. Îhsan nirxandina “tirsa mirovan a nehatine xizmetê û kar nedîtinê heye” kir. Îhsan ê ku di nava kesên di 89’an de li Çankiriyê Komeleya Mafên Mirovan ava kiriye de cih girtiye diyar kir ku şerê qirêj ê ku salên 90’an li Kurdistanê hate meşandin wekî “dijminatiya li hemberî kurdan” vegeriya Çankiriyê û pêkûtiya li hemberî HDP’ê jî ji wan salan maye.


Namzetê kurd ê AKP’ê yê ji MHP’ê hatiye

Li Çankiriyê AKP’ê di hilbijartinan de yek jê namzetên namzetên ku nîşan daye û serdema borî di rêza yekemîn de çûye meclîsê Huseyîn Fîlîz e. Fîlîz ê ku ji MHP’ê tê dema wî de kargeha lastîkê li bajar hate çêkirin lê HDP’iyan diyar kirin ku kesên ku ne AKP’î ne negirtine kargehê.

Fîlîz ê ku vê demê dê nikaribe biçe meclîsê vê carê di Rêza duyemîn de hatiye nîşandan û HDP’î seda vê yekê jî wekî “Dixwazin pêşiya dengên ku HDP ji gundên kurdan bigirin bibirin. Lig elek gundên vê derê xizmên wî hene. Lê em diçin wan gundan jî. Dengên ku em ji gundên kurdan bigirin ve AKP dê nikaribe li Çankiriyê du namzetan derxîne” îfade dikin.


HDP’iyan diyar kirin ku di encama xebatên du mehan de gund bi gund, geriya lig elek navçeyan bi gel re hatin cem hev û dîtine ku li gelek deveran dengen wan ên surprîz hene. Wekî mînak HDP’î ji malekî çewlikê telefon digirin û dema ku navnîşanê digirin û diçin malê dibînin ku li wê herêmê gelek hilbijêr hene. Welatiyên ku ji ber ewlehiyê navê nadin û naxwazin wêneyên wan bên kişandin bêyî namzetên HDP’ê li malan civînan li dar dixin, xebatên hilbijartinê dikin. Welatî dibêjin kul i Çankiriyê li her qadê HDP tê axaftin û namzetên HDP’ê di 7’ê Hezîranê de ji bo surprîzan amade bin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN