DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê piştgirî da HDP'ê

 
5 Hezîran
09:34 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê (PZK) ji bo hilbijartina 7’ê hezîranê piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir.

Endamê Serokatiya Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê Behmen Hisêyîn û Rêvebrê PZK'ê Bêkes Qadir navenda DBP’ê a Hewlêrê ziyaret kirin û piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re pêşkêş kir. Heyeta PZK’ê ji aliyê rêveberiya navenda BDP’ê Abid Îke û Şîlan Eminoglu ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîntinê de Berhem Hisêyîn diyar kir ku dem dema yekîtî û bihevrebûnê ye û ji ber vê yekê ew di hilbijartina 7’ê hezîranê de piştgiriyê didin HDP’ê. Hisêyîn bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide HDP’ê. Hisêyîn destnîşan kir ku serkeftina HDP bi dest bixe wê bibe serkeftina tevahiya kurdan. Bêkes Qadir jî anî ziman ku em dibînin her roja ku diçe HDP mezin dibe û ev ji lîstikên dijmin ên qirêj biçûk dike û wiha got: "Em di wê baweriyê de ne HDP’ê bendê derbas bike û ev ji tê wateye serkeftina hemû kurdan."

Rêveberên BDP’ê diyar kir ku ew ji vê serdanê gelek keyfxweşbûne û wê serkeftina HDP’ê ji bo Rojhilata Navîn bibe sedemê xurtkirina demokratîkbûn û aştiyê.

(wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN