DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Serkeftina HDP'ê wê bibe nehatina dîktatoran

 
5 Hezîran
09:10 2015

AMED (DÎHA)- Komek endam û nûnerên YNK'ê ji bo piştevaniya HDP'ê hatin bakurê Kurdistanê û bi HDP'ê re xebatên hilbijartinê dimeşînin. Endamê Lijneya Rêvebera YNK ya Duhokê Xebat Zêbarî got ku hilbijartina 7'ê hezîranê şansek mezin xistiye destê gelan û anî ziman ku serkeftina HDP'ê wê bibe nehatina dîktatoran. Endama Lijneya Rêvebera YNK a Silemaniyê Baxan Jaafar jî got ku li ser sînor partiyek kurd hewl daye vê xebata wan asteng bike.

Komek endam û nûnerên Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) di çarçoveya piştgirya HDP'ê hilbijartinê 7'ê hezîranê de hatin bakurê Kurdistanê. Endam û nûnerên YNK'ê li bajarên Kurdistanê bi xebatkarên HDP'ê re xebatên hilbijartinê didomînin. Endamê Lijneya Rêvebera YNK ya Duhokê Xebat Zêbarî û Endama Lijneya Rêvebera YNK a Silemaniyê Baxan Jaafar hatine Amedê û bi xebatkarên HDP'ê re xebatên hilbijartinê didomîne nêrînên xwe anîn ziman.


Endamê Lijneya Rêvebera YNK ya Duhokê Xebat Zêbarî diyar kir ku projeya HDP'ê hembêzkirina hemû gelên Tirkîyê ye û projeyek ji bo rastkirina welatîbûnê ye. Zêbarî da zanîn ku HDP ne tenê li Tirkiyeyê wê badorek gelek mezin li ser tevahiya Rojhilata Navîn bike û got ku wê ev yek bibe şikandina hiş û ramanên serdestan.

'Civînen li dijî HDP'ê şerme'

Zêbarî da xuyakirin ku serokê partiyeke kurdan ji sereşîran re bibêje dengê xwe nedin HDP'ê şerm e û wiha pê de çû: "Kurd îro lazim e destên xwe bidin hev û ji bo kurdewariyê têbikoşin. Gelê cîhanê îro piştevaniya kurdan dike. Ji bo vê fersendê ez bang li kurdan dikim di van çend rojên mayî de bi awayekî hevkarî piştevaniya HDP'ê bikin."

'Demokrasî tune be dê dîktatorî pêş bikeve'

Zêbarî aşkere kir ku bandoreke mezin HDP'ê li ser Rojhilata Navîn heye û wiha axivî: "Serkeftina HDP'ê wê bibe nehatina dîktatoran. Di van 10 salên çûyî de Erdogan dixwaze bi ser hin kesan re li şûna sîstema parlementiyê sîstema serokatiyê bîne. Ev yek rêya sîstema dîktatoriyê vedike. Berî 50 salan heman tişt li Almanya yê bi navê Nazî û li gelek welatên din derket holê. Lê aşkere bu ku pêdiviya gel bi demokrasiya rasterast heye. Heke demokrasî ne di xizmeta gel de be wê dîktatorî pêş bikeve."

Li Kurdistan û Tirkiyeyê fersendek mezin heye

Zêbarî destnîşan kir ku demek pîroz li pêş her kesî heye û got ku ev ji bo kurdan şanseke pir mezin e û wihadomand: "Fersendek mezin li ber gelên Kurdistan û Tirkiyê heye. Ji bo serkeftina HDP'ê, ji bo azadiyê û ji bo nehatina dîktatoran divê em bi şev û roj ji bo HDP'ê bixebitin."

'Jinên kurd ên bakur tevlî hemû xebatên jiyanê dibin'

Endama Lijneya Rêvebera YNK a Silemaniyê Baxan Jaafar bal kişand hêza jinan a di nava HDP'ê de û wiha got: "Jin li vir dikevin nava hemû qadên jiyanê. Em hêvî dikin ku wê ev tişt li hemû deverên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibe. Li başûr jin di xebatên siyasî de cih digrin lê ne wekî cîh girtina di nava rêxistinên kurdan ên li bakurê Kurdistanê ye. Li bakurê Kurdistanê jin, bi mêran re mil bi mil xebatan dimeşînin lê li başûrê Kurdistanê ev yek hîn qelstir e."

'Divê em ji bo kongreya neteweyî gav bavêjin'

Jaafar anî ziman ku ew hêvî dikin carekê din di navbera PKK û KDP-Î de pevçûn dernekevin û wiha got: "Heke tiştekî bi awayî birakujîyê hebe divê teqez bê sekinandin. Heke pirsgirêk di navbera hêzên siyasî de hebe, divê bi axaftinan bê çareserkirin, ne bi çekan." Jaafar bilêv kir ku ev yek xizmeta hêzên navneteweyî dike. Jaafar detnişan kir ku hatina koma YNK'ê wekî destpêkirina yekîtiya neteweyî dibe bê nirxandin.

Em bi astengiyê re rû bi rû man

Jaafar destnîşan kir ku dema biryara hatinê dane, hin partiyê kurdan hewl dane li ser sînor astengiyê derxin. Jaafar da zanîn ku ew qet meşa xwe betal nakin û ew ê heta serkeftina armancên xwe xebata xwe bênavber bidomînin. Jaafar bilêv kir ku em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin HDP'ê û em dibêjin roja 7'ê hezîranê hemû gelên bakurê Kurdistanê divê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.

(ua-na/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN