DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Oy ve Otesî: Em dê bi teknîka T3'ê sindoqan biparêzin

 
5 Hezîran
09:09 2015

AMED (DÎHA) - Ji bo parastina dengan û pêşîya hîleyên hilbijartinê bê girtin, nêzî 60 hezar welatiyên dildar platforma bi navê "Deng û Jiwêdetir" (Oy ve Otesî) ava kirin. Armanca platformê ew e ku ewlehîya hilbijartinê bi hezaran kesên dildar biparêze.

Ji bo parastina dengan û pêşîya hîleyên hilbijartinê bê girtin, nêzî 60 hezar welatiyên dildar, di bin sivîna bi navê "Deng û Jiwêdetir" (Oy ve Otesî) hatin cem hev û dê roja 7'ê hezîranê parastina sindoqan li tevahî Kurdistan û Tirkîyê bikin. Endamê Platforma Deng û Jiwêdetir ê Yenîşehîra Amedê Sayhan Gokşîn (22) diyar kir ku îro nêzî 60 hezar kes tevlî xebatên wan dibin û armanca wan ew e ku vê hejmarê derxin 120 hezar. Gokşîn bilêv kir ku, dê roja 7'ê hezîranê li Amedê bi 500 kesên dildar sindoqan biparêzin. Gokşîn balkişand ser armanca polatformê û wiha got: "Daxwaza me, fikrên gel raste rast di sindoqan de bidin nîşandan." Gokşîn da zanîn ku li ser sindoqan dema tiştekî neyînî çêbibe dê hevalên wan mudaxele bikin, pêvîstî bi îtîrazê hebe dê bikin û vê yêkê pêşkêşî serokê lijneya sindoqê bikin.

Bi teknîka T3'ê dê sindoqan bêparêstin

Gokşîn destnîşan kir ku wan gelek kes ji perwerdehiya mûşahîdan re derbas kirin û wê bidin gelek kesên din jî. Gokşîn bilêv kir ku piştî perwerdehiyê komên dildar ên ji 2 kesan pêk tên dê sindoqan biparêzin. Gokşîn balkişand ser teknîka sîstema elektronîkî û wiha axivî: "Em ê pirsgirêkên li ser sindoqan pêk bên bi "Tesbît Teyît û Tutanak" T3 bigihîjînin ber destê koordînasyona platformê. Di sîstema T3'ê de Tespît, Teyît û Tutanak heye. Bi vê yekê em ê sindoqan bi biparêzin. Em bang li hemû kesên dixwazin dildarî muşahîdiyê bikin dikin ku serî li me bidin."

(ua-rd/bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN