Zimanê AKP’ê rê ji êrîşan re vedike!
AMED (DÎHA) - Saziyên Sivîl ên Civakî yên Amedê dan diyar kirin ku zimanê ku AKP bi kartîne dibe sedemê êrîşên li hember HDP'yê û ev êrîş dibin sedem ku gel ji ewlehiya hilbijartinê bawer neke. Sekreterê ÎHD a Amedê Abdusselam Înceoren anî ziman ku sedemê êrîşên li hember HDP'ê bikaranîna zimanê cudakare. Berdevkê Demî yê Şaxa KESK'ê yê Amedê Cemîl Akar jî diyar kir ku ji bo baweriya gel bi hilbijartinê bê, êrîşkar kî dibin bila bibin divê ji beriya hilbijartinê bên tespîtkirin û cezakirin. Ji ber ku bêbaweriya gel gihiştiye asta herî jor.
Bi nêzîkbûna 7'ê hezîranê re êrîşên li hemberî HDP'ê gihiştine asta herî jor. Her ku mitîgên HDP'ê ber bi herêma Kurdistanê ve tên êrîşên li hemberî HDP'ê jî tên herêma Kurdistanê. Êrîşên li hemberî HDP'ê jî dibin sedema fikarên hileyên li ser sindoqan û provekasyonan. Saziyên Sivîl ên Civakî yên Amedê êrîşên li ser HDP' yê û ewlehiya sindoqan nirxandin.
'Sedemê rageşiya ku heyî benda ji sedê 10'an e'
Serokê Odeya Ticaret û Sanayiyê ya Amedê Ahmet Sayar diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê HDP bu partiya Tikiyê û ev jî pir giringe. Sayar da zanîn ku sedemê rageşiya ku niha heyî benda ji sedê 10'an e. Sayar anî ziman ku partî li meydanan ji dengê xwe zêdetir polîtîkya hevdu paşve birinê didin meşandin. Sayar da zanîn ku eger ew Tirkiye yek bi demokrasî bixwazin divê HDP li hemû deverên Tirkiyê bi hêsanî xebatên xwe yên hilbijartinê bike û wiha axivî: "Em dibînin ku li Amedê afîşên hemû partiyan hene, divê afîşên HDP' yê jî li hemû deverên Tirkiyê hebin." Saray daxuyand ku divê gelê me li hemberî êrîşan xwînsarbin û wiha got: "Ji ber ku ev xak ji xwînê têr bûye." Sayar diyar kir ku ev êrîş bi zanebûn tê kirin û wiha got: "Cihekî ku canê mirovan di xeteriyê de be parastina sindoqan jî bi şupeye."
'Sedemê êrîşên li hember HDP'ê bikaranîna zimanê cudakar e'
Serkreterê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (İHD)' yê Amedê Abdusselam Înceoren jî diyar kir ku dema ku partiyên siyasî xebatên xwe yên hilbijartinê rêvedibin parastina wan li ser milê hikumetê ye û hikumet neçare biparêze. Înceoren anî ziman ku sedemê van êrîşên li ser HDP'ê, li meydanan karanîna zimanê yekesî û cudakar yê AKP'ê ye. Înceoren da zanîn ku demê berê de hile li ser sindoqan hatin kirin û wiha got: "Bi karanîna zimanê ku niha partî bi kartînin dide nîşan ku dê di vê hilbijartinê de hîle zêdetir bên kirin."
'Armaca êrîşên li hemberî HDP'ê derxistana kolanan ya gelê kurd e'
Berdevkê Demî yê Şaxa KESK'ê yê Amedê Cemîl Akar diyar kir ku uslubê ku desthilatdar li meydanan bikartînin wek tundiyê li civakê vedigere. Akar anî ziman ku berpirsyarê van êrîşên li ser HDP'ê tên kirin bên tespîtkirin û wiha axivî: "Ji bo baweriya gel bi hilbijartinê bê, êrîşkar kî dibin bila bibin divê ji beriya hilbijartinê bên tespîtkirin û cezakirin. Ji ber ku bêbaweriya gel gihiştiye asta herî jor."Akar da zanîn ku armaca êrîşên li hemberî HDP'ê derxistana gelê kurd ya kolanan û ji beriya hilbijartinê derxistina provekasyon ne. Akar destnîşan kir ku gel pir ditirese dengê wan werin dizîn û wiha axivî: "Gel ji hilbijartinan bê bawere û ev jî tê wateya ku di demê pêş de baweriya gel bi desthilatdar neyê. Partiyek ku gel jê bawer neke dê çawa vî welatî bi rêve bibe."
Gelo êrîşên li hemberî HDP'ê ji navendekî tên rêvebirin
Endamê Rêveberiya Baroya Amedê Prz. Cihan Îpek jî anî ziman ku êrîşên tên pêkanîn dide nîşan ku em ne li welatek demokrat dijîn û wiha got: "Divê mirov bifikire ev êrîşên li hemberî HDP'ê tên kirin ji navendekî tên rêvebirin yan na." Îpek da zanîn ku divê berpirsyarên van êrîşan ji aliyê eminyet û kesên hiquqê ve bên tesbîtkirin. Îpek li ser bêalîbûna Serokomarê Tirkiyê R.Tayîp Erdogan ya li hember partiyên siyasî jî wiha axivî: "Divê Serokomar Erdogan wek hev nêzîkî hemû partiyan bibe. Cîhan hemû dizane ku Erdogan alîgirê partiya desthilatdar e."
(byt-db/sa)