DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

SES'a Êlihê daxwaza mafê xwe kir

 
4 Hezîran
14:36 2015

ÊLIH (DÎHA) - Şaxa SES'ê ya Êlihê bi boneya pirgirêkên nexweşxaneyan bên çareserkirin û polîtîkayên li ser kedkarên tenduristiyê tên meşandin bên rawestandin daxuyanî da çapemeniyê.

Şaxa SES'ê ya Êlihê bi boneya pirgirêkên nexweşxaneyan bên çareserkirin û polîtîkayên li ser kedkarên tenduristiyê tên meşandin bên rawestandin daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî bi tevlîbûn gelek kedkarên tenduristiyê li ber avahiya Navenda Midûriyeta Polîtîkayên Civak û Malbatê ya Êlihê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê SES'ê ya Êlihê Mustafa Yurtsever ve hat xwendin. Yurtsever diyar kir ku demek demdirêje li Midûriyeta Polîtîkayên Civak û Malbatê pirsgirêk tên jiyîn.

Yurtsever bilêv kir ku rayedarên ku tên tayînkirin li şûna pirsgirêkan çareser bikin pirsgirêkê mezintir dikin u got ku pirsgirêjan tînin astekî ku pirgirêk neyên çareserkirin û wiha got: "Herî dawî der barê alîkariya civakî ya ji bo hemû midûriyetên xwe re şandiye de xwestiye hemû xebatkaran bikin şirîkê sûcê xwe. Herî dawî sûcê ku hatiye kirin di roja mîtînga AKP'ê de ji bo hemû xebatkaran roja destûrê hatiye dayîn ji bo ku xebatkar tevlî mîtînga AKP'ê bibin. Lê dema ku xebatkar di rojên cuda de zû derketin jî weke tevlî mîtîngê partiyên din bûne hatine cezakirin. Em ê her tim şopdarê vê yekê bin." Yurtsever anî ziman ku dê heya dawiyê mafên xwe biparêzin û li hemberî polîtîkayan tên meşandin têbikoşin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û lêdana çepikan bi dawî bû.

(ho/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN