SES: Heta daxwazên me pêk bê, wê berxwedana me bidome
AMED (DÎHA)- Şaxa Sendîkaya Xizmetên Tendûrîstî û Civakî (SES) ya Amedê bi daxuyaniyekê xwest ku daxwazên wan û pirsgirêkên wan bên çareserkirin.
Şaxa SES'ê ya Amedê ji bi çareseriya pirsgirêkên dijîn û mafên wan di hevdîtînên peymanên giştî de bên qebûlkirin li ber Midûriyeta Bajar a Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek endamên SES'ê tevlî çalakiyê bûn. Endamê Şaxa SES'ê yê Amedê Şiyar Guldîken daxuyanî xwend û diyar kir ku Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî berpirsyariyê xwe bi cih nayne. Guldîken anî ziman ku wezarata li şuna xizmetê li civakê bike li gorî planên AKP'ê tev digire. Guldîken da zanîn ku AKP weke li hemû qadan dixwaze li qada tendûristiyê jî karê beewlehî, bêrêgez pêk bîne û wiha got: "Hevdîtinên di navbera AKP'ê û Memur-Senê de pêk tên em dizanin ji peymana civakî dûr e. Em encamên peymana herî dawî îmza kirin ên neyînî hêj dijîn. Ji xwe têkîlîya AKP'ê û Memur-Senê bi Serokê Giştî yê Memur-Senê bi namzet nîşandayînê derket holê."
Guldîken xwest ku daxwazên di 24-25'ê nîsanê de li Enqere bi awayekî demokratîk diyar kirin demildest bên qebûlkirin.
(ekîp/bd)