DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

DEM GENÇ'ê li Sûra Amedê sazî vekirin

 
1 Hezîran
21:14 2015

AMED (DÎHA) - Ciwanên li Kurdistan û Tirkîyê di bin serbana Federasyona Komalên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) de xwe bi rêxistin dikin, li navçeya Surê ya Amedê avahîya xwe vekirin.

Federasyona Komalên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ), li navçeya Surê ya Amedê bi şahiyekê avahiya xwe vekirin. Di vekirinê de Namzetên HDP'ê yên Amedê, hevserokên DBP, HDP'ê, nûnerên DEM-GENÇ'ê, Dayikên Aşitîyê û bi sedan welatî amade bûn. Li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyê şervanên YPG-YPJ'ê, alên PKK û HDP'ê hatin daliqandin. Girse car caran dirûşmeyên "DEM-GENÇ tê bendavan hilweşîne", "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li vê derê li ser navê DEM-GENÇ'ê Cîhan Gunerî axivî û got: "Devlet, dixwaze hemî çalakîyên ciwanan wekî dijzagonî nişan bide û li ser ciwanan zordarîyê pêş bixe. Em di bin serbana DEM-GENÇ'ê da hatin cem hev û li hember êrîşên pergalê, parastina xwe bikin. Gunerî bal kişand ser kampanyaya ku DEM-GENÇ'ê destpê kirîye û wiha axivî: "Ciwan wê bi kampanyaya 'Xwedî derkeve' li axa xwe, çanda xwe, zimanê xwe û dengê xwedî derkeve."

'Tekoşîna ciwanên me, ji bo azadîya hemû gelê Rojhilata Navîn e'

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek diyar kir ku bi pêşengtîya ciwanan ew heta vê rojê hatine û wiha axivî: "Tekoşîna ciwanên me ne tenê ji bo gelê kurd e. Ji bo azadîya hemû gelên Rojhilata Navîn e" Piştre Namzeta HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca dîyar kir ku sîyaseta di bin serbana HDP'ê de tê kirin bingeha xwe ji ciwanan distîne. Uca destnîşan kir ku bi hêzek ciwan dê bendavên pergalê xirabikin.

Piştî axaftinan dayikên aşitîyê qurdaleya avahîye bi Şanoya Koma folklorê a Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcle-Firat birîn.

Şahî bi stranên hûnermendên Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcle-Firatê û bi govenda bi dawî bû.

(ua-na/mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN