Ji bo hempîşeyê xwe daketin qadan
ŞIRNEX (DİHA) – Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê ji bo balê bikêşin li ser polîtîkayên tenduristiyê yê hikûmetê û qetilkirina bijîşkê bi navê Kamîl Furtun şermezar bikin çalakî li dar xistin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kedkarên tenduristiyê ji bo balê bikêşin li ser polîtîkayên tenduristiyê yê hikûmetê û qetilkirina bijîşkê bi navê Kamîl Furtun şermezar bikin li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê daxuyanî dan çapemeniyê û belavok belav kirin. Di çalakiyê de endamên SES'ê û TTB'ê û her wiha gelek kedkarên tenduristiyê amade bûn. Kedkarên tenduristiyê pankarta "ji xebata heta mirinî û ya li ser kar re êdî bes e” vekirin û dowîzên "Ji qetil kirina kedkaran re êdî bes e", "Tendûristî maf e nayê firotin" hilgirtin. Li ser navê kedkarên tendûristiyê bijîşk Feray Kaya axivî û diyar kir ku ew qetilkirina bijîşk Kamîl Furtun şermezar dikin. Kaya destnîşan kir ji bo êrîşên li ser xebatkarên tenduristiyê bi dawî bibin wan gelek pêşniyar kirine lê hikûmeta AKP'ê ev pêşniyar hemû paş guh kiriye. Kaya da zanîn heke hikûmetê guh bida pêşniyarên wan ne bijîşk Ersîn ne jî Kamîl jiyana xwe ji dest dida. Kaya bi bîr xist ku rayedarên dewletê gelek caran axiftinên li dijî xebatkarên tendûristiyê kirine lewma kujer ji van axiftinan hêzê digirin.
Piştî axiftina Kaya girse ji bo belavok belavkirinê heta kolana Hunerê bi dirûşmên "Bijî têkoşîna kedkaran" meşiyan.
(cno-zf/sa)