DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanên Xelfetiyê bi meşaleyan heta Amarayê meşiyan

 
1 Hezîran
08:56 2015

RIHA (DÎHA) - Ciwanên Meclîsa DBP’ê û Aktîvîstên DEM-GENÇ'ê yên Xelfetiyê bi armanca pêngava “Xwedî derkeve” heta gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Amarayê bi meşaleyan meşiyan.

Ciwanên Meclîsa DBP’ê û Aktîvîstên DEM-GENÇ'ê yên Xelfetiyê ya Rihayê bi armanca pêngava “Xwedî derkeve” ji gundê Erehê heta gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Amarayê bi meşaleyan meşiyan. Hevşaredariyên Xelfetiyê Mustafa Bayram û Ayşe Durmuş, rêveberên HDP, DBP, Meclîsa Jinên Ciwan û bi sedan ciwan amade bûn. Ciwanan pankartên “Li ava xwe, li axa xwe, li enerjiya xwe, li ziman û çanda xwe, li gel û Serokatiyê xwe, li tax xwe û dengê xwe xwedî derkeve” û "Bi civat û civakî, bi can û bi ruh em bi te re ne ey Serokê me" û posterên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG, YPJ, KJA û HDP'ê hildan û bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “PKK gel e, gel li vir e” , "Ciwan fedayiyê Rêber Apo ne"“Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Ocalan” berz kirin. Ciwan piştî meşa 5 kîlometre gihîştin Amarayê. Dema ciwan gihîştin gund ji hêla niştecîhên gund bi dirûşman û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.

'Divê herkes li xwe û Serokatiyê xwe xwedî derkeve'
Ciwan li ber mala Ocalan rawestiyan û ji bo kesên di têkoşina azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. Ciwanê bi navê Weysî Kaya li ser navê ciwanan axivî û da zanîn ku pêngava "Xwedî derkeve" pir watedar e û got divê herkes xwedî li xwe derkeve. Kaya diyar kir ku ji dîrokê heya îro gelê kurd û erdnîgariya Mezapotamyayê di bin destê dagirkeran de ye û tê talankirin û wiha got: "Divê mirov di serî de li erdnîgariya xwe, zimanê xwe, ava xwe, enerjiya xwe û Serokatiyê xwe xwedî derkeve." Kaya bal kişand ser hilbijartina 7'ê hezîranê jî û got ku bila herkes xwedî li dengê xwe û sindoqan derkeve û wiha pê de çû: "Ev hilbijartin di serî de ji bo ciwanan jî pir girîng e. Dema HDP bi ser bikeve hemû gelên bindest û mazlûm dê bi ser bikeve û ji desthiladariyê jî rizgar bibe."

Piştî daxuyaniyê çalakiya li ber mala Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat bi gerandina govendê bi dawî bû.

(msd/wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN