Karkerên demsalî rojê rastî mêtingeriya axayan şevê jî ya pêşiyan tên!
HAMDULLAH KESEN
EDENE (DÎHA) - Karkerên demsalî yên hatin Herêma Çukurova rojê 33 TL pere zêdehî 10 seatan tên xebitandin. Karkerên di konan de di nava şertên neşa de têkoşîna jiyanê didin gotin, "Di nava rojê de axa û şevê jî pêşî wan mêtinger dikin."
Karkerên çandîniyê yên demsalî yên li Herêma Çukurovayê têkoşîna jiyanê didin di nava şertên nebaş, bêewlehî, şertên giran û bi pereyekî kêm dixebitin. Karkerên çandîniyê yên li bajaroka Tuzla ya navçeya Karataş a Edene di nava şertên zor de di konan de têkoşîna jiyanê didin diyar kirin ku dewlet di serdema hikûmeta AKP'ê de wan nabîne û tu pirsgirêkên wan çareser nekirin. Karkeran anîn ziman welatiyên gund li hemberî wan nebaş in û li aliyê din ji ber penaberên Suriyeyê buhayên karkeran gelek kêm bûye.
'Em 15 malbat ji Akçakaleyê hatin'
Welatiyê bi navê Abdulkerîm Gul (45) diyar kir ku ji ber li welat jiyana xwe îdame nekirin bi giştî 15 malbat ji navçeya Akçakaleyê ya Rihayê koçî Endeneyê bûn û di zeviyan de dixebitin. Gul anî ziman ku di nava şertên nebaş de dijîn û wiha got: "Di konan de jiyan zor e. Lê em mecbur in û ji bo bijîn neçarin em bixebitin. Di nava rojê de pêşiyên reş şevê jî pêşiyên din me perîşan dikin. Hemu vucuda me di nava birîndan de ye û em her tim nexweş dikevin. Em ji 15 konên xwe re av û ceyran ji gundekî nêz anîn. Di navbera 2-3 mehan tên pere ji me digirin. Ji bo av û ceyranê em 7 û an jî 8 hezar TL. didin.Ev pere me dide zorê. Em dixwazin vê yêkê sererast bikin."
'Penaber bi pereyekî gelek kêm didin xebitandin'
Gul da zanîn ku rojê di nava zeviyan zêdehî 10 seat dixebitin û berdêlê wê jî 33 TL. digirin. Gul bilêv kir ku rojanê divê 36 TL. bigire lê ew 3 lîra didin şandî û wiha pê de çû: "Em dixwazin buhayê rojane û şertên me yên jiyanê sererast bikin. Niha penaberên Suryeyê jî hatin û em dîsa betal man. Xwediyên zeviyan karkerên Suriyeyî bi erzanî didin xebitandin. Welatiyên gund û xwediyên zeviyan li hemberî me nebaş in."
'Em mecbur man'
Welatiyê bi navê Ahmet Ateş (50) diyar kir ku ji ber li welat tu zeviyên wî yên bide xebitandin tuneye bi malbata xwe re hate Edene û di zeviyan de dixebite. Ateş anî ziman ku di konan de di nava şertên nebaş de dijîn û xwest ku rayedara pirsgirêkên wan çareser bikin.
'Ez dixwazim li welatê xwe bim'
Jina ciwan a bi navê Şemsa Gul (17) jî diyar kir ku serê sibê zû dikin zeviyê û li aliyekî bi germê li aliyê din bi pêşiyan têkoşînî dikin. Gul anî ziman ku ji ber rewşa aborî ya malbatê nebaş bû ew û zarokên din ên malbatê naçin dibistanê û wiha axivî: "Karên me yên li vir gelek giran in. Em neçar in bi axa û pêşiyan re mujîl bin. Axa dixwazin me bitepisînin û me weke mirov nabînin. Serê sibê em ruyê xwe digirin û diçin zeviyê. Lê ez niha dixwazim li welatê xwe bim û bi hevalên xwe re bim."
(bd)