Xebatkarên tenduristiyê sibê naçin ser kar
RIHA (DÎHA) - SES û doktorên demokrat ji bo Dr. Kamîl Furtun ê li Semsûnê ji hêla xizmên nexweşikî hatibû qetilkirin şermezar kirin sibe ew xizmetê nakin û ew ê dakevin qadan.
Şaxa SES'ê ya Rihayê û doktorên demokrat ji bo doktorê bi navê Kamîl Furtun ê li Semsûnê ji hêla xizmên nexweşekî hatibû qetilkirin li avahiya SES'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Li avahiyê pankarta "Êdî bes e. Bila tundiya li hemberî xebatkarên tenduristiyê bi dawî bibe. Em di şînê de ye û me serî hildaye" hat daliqandin. Li ser navê xebatkarên tenduristiyê Hevserokê SES'ê Reşat Dogan axivî. Dogan destpêkê hikûmeta AKP'ê û Wezareta Tenduristiyê şermezar kir.
'AKP kedkaran nafikirin, tenê îktîdara xwe difikirin'
Dogan diyar kir ku ku ji bo rêhevalên xwe yê kedkar sibê xizmetê nakin û wiha axivî: "Êdî bala hikûmeta AKP'ê û Wezareta Tenduristiyê bes me wek koleya bixebitînin. Berpisyarên van kuştinan AKP û Wezareta Tenduristiyê ye. Hevalê me Kamîl şev û roj ji bo gelê xwe dixebitî. AKP kedkaran nafikirin, tenê îktîdara xwe difikire. Her roj tundî û êrîş li ser xebatkarên tenduristiyê pêk tê. Em jî dibêjin sibê em xizmetê nakin. Li dijî kuştinan û ji bo em hesab ji kujeran bipirsin em ê sibe dakevin qadan."
(msd/wk)