Karkerên PETKÎM'ê: Heta daxwaza me pêk bê em li vir in!
ÎZMÎR (DÎHA) - Karkerên Tesîsa Petro Kimya Holding A.Ş. (PETKÎM) a ji sala 1984'an heta niha li navçeya Alîaga ya Îzmirê hilberîna petrolê dike, bi daxwaza mafê wekhev û zema ji sedî 15 di 28'ê gulanê de ketin girevê. Serokê Şaxa Petrol Îş'ê ya Alîaga Ahmet Oktay, anî ziman ku heta karsaz daxwazên karkeran qebûl bike dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Li Tirkiyeyê her dem mafê karker û kedkarên pîşesazî û înşaetan tê binpêkirin. Her dem karsaz mafê karkeran binpê dike û heqê keda wan dixwe. Ji ber karsaz bi nasnameya karkeran li karkeran nanere û peymana tomarî bi karkeran re îmze nake gelek mafên karkeran yê ked, aborî û tenduristiyê tê binpêkirin. Li gelek karkerî û qadên kar peymana TİS'ê nehatiye îmzekirin û karker ji hemû mafê xwe yê karkeriyê bêpar in. Li navçeya Alîaga ya Îzmirê jî Tesîsa Şîrketa Holdînga Kîmya Petrolê (PETKÎM) ku di sala 1984'an de hatiye avakirin karkeran wekî koleyan dide xebitandin. Karkerên ku di PETKÎM'ê de kar dikin ji gelek mafên xwe yên kedê bêpar in. Karkerên PETKÎM'ê ku daxwaza mafê xwe yê kedê, wekhevî û zema ji sedî 15'an dikin di 28'ê Gulanê de dest bi girevê kirin. Niha karker wekî du vardiye dixebitin û ji sala sala 2006'an heta niha heqê vardiyeyan cuda tê dayîn. Di çarçoveya parastina mafên karkeran de ji bo Peymana Tomarî (TİS) hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de hat xwestin ku hemû karker xwedî heman maf bin û ji sedî 15 zem bê kirin. Lê ji ber ku di vê mijarê de karsaz û karkeran li hev nekir, Hezar û 890 karkerên tesîsê di 28'ê Gulanê de dest bi çalakiya girevê kirin. Karkeran di pêşengiya Sendikaya Petrol Îşê de dest bi girevê kirin. Karkeran diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Karkerê bi nave Ecevit Yilmaz ku 10 salin di tesîsa PETKÎM'ê de dixebite û daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Yilmaz, anî ziman ku heta mafê wan bê qebûlkirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.
'Heta aştiya kar em dê têkoşîna xwe berdewam bikin'
Karkerê PETKİM'ê Mustafa Coşkun jî 25 salin dixebite û diyar kir ku heta niha şert û mercên wan nehatiye başkirin û keda wan tê binpêkirin. Coşkun, da zanîn ku heta aştiya kar pêk bê dê têkoşîna xwe berdewam bikin
'Em heqê keda xwe dixwazin'
Teknisyen Erkan Civlan jî anî ziman ku ew zêde tiştekî naxwazin û tenê heqê keda xwe dixwazin. Civlen, bang li hemû karkerên PETKİM'ê kir ku li têkoşînê xwedî derkevin.
Serokê Şaxa Petrol Îş'ê ya Alîaga Ahmet Oktay, anî ziman ku heta karsaz daxwazên karkeran qebûl bike dê çalakiya xwe berdewam bikin.
(mae)