DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Greva birçîbûnê ya ber Navenda Giştî ya CHP’ê didome

 
29 Gulan
09:34 2015

ENQERE (DÎHA) – Karkerên taşeron ên Şaredariya Sariyerê ku ji bo xespkirina mafên xwe şermezar bikin û daxwazên xwe bînin ziman li ber Navenda Giştî ya CHP’ê dest bi greva birçîbûnê kirin di roja duyemîn de didome. Karkeran diyar kirin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.

Karkerên taşeron ên Şaredariya Sariyerê yên ku ji bo daxwazên xwe bînin ziman duh saetên êvarê de ketin Navenda Giştî ya CHP’ê ji aliyê CHP’iyan ve hatin derbkirin û avêtibûn derve li ser vê yekê karkeran bi gotina “CHP li qadan dibêje dê taşeronê rakin, mehaneye asgarî bikin hezar û 500 TL propaganda dike, samîmiyeta wan ev e?” dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Greva birçîbûnê ya karkeran a li ber Navenda Giştî ya CHP’ê di roja duyemîn de didome. Saziyên sivîl ên civakî ji piştgirî dan karkeran û betanî, çay û şekir ji karkeran re birin.

Aciziya CHP’ê ya pankartê

Pankarta karkeran a “Em ji bo kar û nanê xwe li ber xwe didin, em ê li hemberî Şaredariya Sariyerê ya CHP’î û êrîşên Navenda Giştî ya CHP’ê serê xwe netewînin” li ber deriyê CHP’ê daliqandin ji aliyê polîsên sivîl û CHP’iyan ve piştî ku çalakî dest pê kir hate xwestin rakin. Lê karkeran destur nedan vê yekê. Li ser vê yekê bi şev dema ku karker razan CHP’iyan xwestin pankartê biçirînin. Karkeran jî piştî vê yekê li ser kartonên kul i ser radizan daxwazên xwe nivîsandin û danîn ber Navenda Giştî ya CHP’ê.

Daxwazên karkeran

Ji karkeran Guven Darcanli diyar kir ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu li qadan dibêje dê sîstema taşeroniyê rakin ew jî ji bo samîmiyeta CHP’ê bibînin çûne ber Navenda Giştî ya CHP’ê. Darcanli bilêv kir ku heta ku Şaredariya Sariyerê ya CHP’î daxwazên wan qebûl bike dê greva birçîbûnê bidomînin û daxwazên karkeran jî wiha rêz kir:

“ * Di 2015 û 2016’an de ji sedî 15 zem

* Her sal 750 TL alîkariya sotemeniyê

* di cejnan de 250 TL îkramiye

* Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê jin nexebitin

* Di hewayên sar de ji bo xwe biparêzin li parkên navendî konteynir bên bicihkirin

* Cilên li gorî demsalê.”

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN