DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Hilberînerên titûnê ji ber kotayê hatin ber îflasê

 
29 Gulan
09:26 2015

MEHMET SIDDIK DAMAR - MUSTAFA YUKSEL

SEMSÛR - (DÎHA) - Hilberînerên titûnê û titûnfroşê ê Semsûrê ji ber ku kota ya ji hêla dewletê daniye êdî nema karin debara xwe bikin û hatine ber îflasê. Welatiyê titûnê diçîne û debara xwe û malbata xwe bi titûnê dike Huseyîn Bîlgîç (36) diyar kir rewşa hilbirînerên titûnê ne baş e.

Titûna Semsûrê li Kurdîstanê bi nav û deng e û bi hezaran malbat debara xwe bi çandina tinûnê jiyana xwe didomînin. Hilberînerên titûnê û tûtinfroşê ê Semsûrê ji ber ku kota ya ji hêla dewletê daniye êdî nikarin debara xwe bikin û hatine ber îflasê.

'Bi hezaran cotkar dejv karên tûtinê berdan'

Welatiyê bi navê Huseyîn Bîlgîç ê ku debara xwe bi çandiniye titûnê dike diyar kir ku rewşa hilbirînerên tinûnê qet ne baş e. Bîlgîç da zanîn ku dema çandina tûtinê serbest bû debara xwe dikirin û dema hikumeta niha hat û pêv êdî cotkarên Semsûrê birçî ne. Bîlgîç destnîşan kir ku dewlet nema titûna wan distîne û wiha axîvî: "Stendina titûnê di destên bazirganan de ye. Fîrmayên taybet ji Îzmîrê tên tûtinê ji me distînin. Em dixwazin dewlet bila çareseriyekê bibînin û me ji vê rewşê xelas bike. Ji ber vê yekê bi hezaran kes dej vî karên xwe berdan û çûn derve karên demsalî dikin. Dema tu 2 sed kîlo kota têxe ewê cotakr maxdûr bibin. Çendakî tûtin qet nema bû. Cotkaran ji ber ku ketin bin deynan, kredî kişandin û di bin deynan de maxdûr bûn. Dema dewletê alîkarî bidan me em nediketin vê rewşê. Cotkar li vê dewletê her tim maxdûrin."

Bîlgîç bi lêv kir ku êdî nema karin mazot û peynê bikerin. Bîlgîç got ku tenê ne cotkar hemû kes maxdûr in û wiha domand: "Mixabin tenê cotkar ne maxdûr in. Birayê min zaningeh qedandiyê lê ev bi salan e nikare bikeve karekî. Dewlet li welatiyên xwe xwedî dernakevin. Dema dewlet û hikumet li karker û gelê xwe xwedî dernekevin ew dewleta jî mezin nabe. Dê her tim tevlîhevî hebe. Gel birçînin, tînin. Dawiyê jî dibêjin çima gel ser hildinin. Çemê Firatê di nava Semsûrê de diçe lê em ji vê tu carî sûd nagrin. Dewlet û hikumeta niha naxwazin cotkarên Kurdîstanê qezenç bikin. Cudatiyê dixin nav me û aliyê deverên Tirkiyeyê. Em dixwazin em jî mafên xwe bistînin."

'Jin tu carî heqdestê xwe nastînin'

Welatiya bi navê Gulsen Oter Bîlgîç (32) jî got ku tu carî heqdestê keda xwe nastînin û wiha axivî: "Ji cerga ez xwe zanim ez karê titûnê dikim. Lê mixabin ez jî wek jinekê ez jî heqdestê mafê xwe nastînim. Dema kota hat ser titûnê jî em malbat jî ketin tengasiyê. Ev kotaya li hemberî cotkarên tûtinê ye û em diwxazin bila dewlet ji bo çandmendên tûtinê ê Semsûrê gavekê bavêjin."

Titûnfiroşê bi navê Erdal Demîr jî da zanîn ku firotina titûnê ne wek berê ye û wiha berdewam kir: "Ji ber ku kotan anîn çandina tûtinê buhayê tûtinê jî zêde bûye. Berê min debara xwe bi firoştina titûnê dikir lê niha tenê titûn wek şemlekê di rafade ye."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN