Gelo li Agiriyê mamoste tên deqkirin?
SELMAN ÇÎÇEK
AGIRÎ (DÎHA) – Li Agiriyê derket holê ku Dozgeriya Komarê di çarçoveya lêpirsîneke 2011 û 2013’an de agahiyên nasnameyên mamosteyên zilam xwestiye û mamosteyan ev rewş wekî “deqkirin” nirxandin.
Li Agiriyê derket holê ku Serdozgeriya Komarê nivîsek ji Midûriyeta Perwerdehiyê re şandiye û agahiyên nasnameyên mamesteyên di 2011 û 2013’an de xebitîne xwestiye. Di nivîsê de agahiyên nasnameya mamosteyên zilam ên kul i Agiriyê û navçeyan mamostetî kirine hatiye xwestin. Di nivîsê de tê xwestin agahiyên nasnameyan bi riya dijîtalê bên şandin lê ji ber kîjan lêpirsînê û ji bo çi hatine xwestin nayê vegotin. Di nivîsa dozgeriyê de tê gotin ku agahî divê herî dawî di 1’ê hezîranê de bên şandin.
Têkîldarî mijarê Midûriyeka Perwerdehiya Neteweyî ya Bajar pirsên me nebersivand. Endamên Egîtîm Senê yên ku der barê mijarê de lêkolînê dikin diyar kirin ku agahî ji bo lêpirsîna ku têkîldarî “paralelê” hatiye destpêkirin hatiye xwestin.
‘Ev deqkirin e’
Ev hewldana dozgeriyê wekî bûyerekî “deqkirinê ya nû” tîne bira mirovan. Hevserokê Egîtîm Senê ya Agiriyê Haci Eker diyar kir kul i gorî lêkolînên ku wan kirine di çarçoveya lêpirsînê de agahiyên hemû mamosteyên zilam ên 7 navçeyan û yên li bajar hatine xwestin û ew vê yekê wekî “deqkirinê” dibînin.
Dê gilî bikin
Eker da zanîn ku her çiqas vê lêpirsînê şexsî bibînin jî ev rew nayê qebûlkirin û ev yek têgeha hemû mamoste hatine derxistin derdixe holê. Eker diyar kir ku ew naveroka mijarê nizoni lê dê têkîldarî mijarê gilî bikin.
(sa)