Li Edeneyê di çar mehan de 33 karker bi qezayê mirin
EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê di 4 mehan de 33 karker di qezayan de jiyana xwe ji dest dan. Serokê Komeleya Karker û Elçiyên Kar ên Çandiniyê yê Ceyhan Edeneyê Abdulvahap Baysal, anî ziman ku ji ber dolmîşan tije karker dikin, maşine qeza derbas dikin û xwest ji bo vê yekê zagon bên amadekirin.
Karkerên zeviyan û febrîqeyan di nava şert û mercên giran de dixebitin. Li Edeneyê jî ji ber karker bê ewle dixebitin û bi hêjmarek zêde li maşîneyan suyar dikin, gelek ji wan di qezeyên trafîkê de jiyana xwe ji dest dirin. Li Edeneyê di 4 mehên dawî de 33 karkeran di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.
Baysal: Divê berpirsiyarên kuştinê bên cezakirin
Serokê Komeleya Karker û Elçiyên Kar ên Çandiniyê yê Ceyhan Edeneyê Abdulvahap Baysal, destnîşan kir ku ji ber dolmîşan tije karker dike, maşine qeza derbas dikin û xwest ji bo vê yekê zagon bên amadekirin. Baysal, anî ziman ku herêma çukurovayê di aliyê karkeran de xwedî potansiyelek mezin e, lê mafê wan ê ewlehî, kar tê binpêkirin. Baysal, destnîşan kir ku di bingehê qezayên trafîkê de bê tedbîrî û sersarî heye û xwest bi zagonan rê li pêş van qezayan bê girtin û berpirsiyarê kuştina karkeran bên cezakirin. Baysal, daxuyand ku di demên dawî de zêde karkeran li dolmîş û maşîneyên din bar dikin û ev yek dibe sedema qezayan û wiha got: "Karkeran li maşîneyên camên wan reş bar dikin ku trafîk wan nebîne. Ji ber ku zêde karkeran bar dike di her qezayê de bi dehan karker jiyana xwe ji dest didin Divê rayedar vê yekê bibînin û bi zagonan rê li pêş vê yekê bigirin.
Divê maşîneyên ku karkerên zeviyan bar dikin belgeyên wan ên (D2) û (K) hebin."
'Li dolmîşên 27 kesî de 35 karkeran bar dikin'
Baysal, mînaka kezayan da û destnîşan kir ku li dolmîşa 27 kesî 30-35 mirovan bar dikin û ev dibe sedema qezayan.
(mae)