DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Jinên ciwan standa ‘Xwedî derkeve’ vekirin

 
26 Gulan
14:49 2015

ENQERE (DÎHA) – Meclîsa Jinên Ciwan Dem-Genç’ê di çarçoveya hamleya “Xwedî derkeve” de li Enqereyê belavokên naveroka wan jinên azad vedibêje belav dikin û polîtîkayên HDP’ê yên jinê ji gel re vedibêjin.

Di çarçoveya hamleya “Xwedî derkeve” de Meclîsa Jinên Ciwan Dem-Genç li navçe, tax û bajaran bi dirûşma “Xwedî li deng, partî û nasnameya xwe ya jinê derkeve” xebatê dimeşîne û di vê çarçoveyê de lig elek deverên cuda ên Enqereyê bi taybetî j îli kolana Konur û Batikentê ev hefteyeke standan vedike û têkîldarî hamleyê agahiyan dide. Jinên ciwan bi taybetê têkîldarî polîtîkayên HDP’ê yên der barê jinên ciwan de vedibêjin û ev standên ku hatine vekirin eleqeyeke mezin dibîne. Standên ku di saetên nîvro de tên vekirin heta seatên dereng ên şevê vekirî dimîne û li van deran belovokên ku naveroka wan têkîldarî jina azad in, serlêdanên muşahîdiya dildar tên girtin. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî ve li satandan dimînin bi starên xwe yên ku bi her zimanê ve distrên vê kolan û qadan vedugerînin qada şahiyê. Jinên ku ji herêmê tên jî piştgiriyê didin xebatên hilbijartinê. Jinên ku li standan pir caran govendê digerînin jî bi beşdaran vê rêza govendê dirêj dibe û dîmenên rengîn derdikeve holê.

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN