DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Başaran: Em ê hişmendiya AKP'ê ya takekesî hilweşînin

 
25 Gulan
09:31 2015

ÊLIH (DÎHA) - Jinên ciwan ên DEM-GENÇ'ê ya Êlihê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve de" li navçeya Sasona Êlihê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê, Şengalê û Mexmûrê ew ê hişmendiya AKP'ê ya takekesî di 7'ê hezîranê de hilweşînin.

Jinên ciwan ên DEM-GENÇ'ê di çarçoveya pêngava "Xwedî li ax, av û enerjiya xwe derkeve" li navçeya Sasona Êlihê şahiyek li dar xist. Şahî li ber avahiya buroya hilbijartinê ya HDP'ê pêk hat. Nemzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşa Acar Başaran, nûner û rêveberên saziyên civakî yên sivîl û gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Li qada şahiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên namzetên HDP'ê yên Êlihê, pankarta hêza xwe ya parastinê biafirîne xwedî li nasnameya xwe derkeve û alên HDP'ê hatin daliqandin. Kesên ku tevlî şahiyê bûn bi rengên kesk, sor û zer qada şahiyê xemilandin. Di şahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşa Acar Başaran axivî û diyar kir ku ew ê bi ruhê berxwedana Kobanê, Şengalê û Mexmûrê hişmendiya AKP'ê ya takekesî 7'ê hezîranê hilweşînin.

Başaran anî ziman ku pêvajoya hilbijartinê ji bo hemû gelan pir girîng e û wiha axivî: "Bi salan e ku dewlet bi hişmendiya yekîtiyê di xwaze çand, nirx û zimanê gelan tune bike û her kesî bikin tirk. Di çavê AKP'ê de jî her kes tirk e û her der Tirkiyeyê ye. Lê ev hişmendî dê bi HDP'ê bê tunekirin. Ji hemberî vê hişmendiyê em dibêjin jiyana nû. Îro roj roja serkeftiyê ye. Werin em yekîtiya xwe ava bikin û hişmendiya dewletê xira bikin."

Başaran li ser têkoşîna jinê kurd derbirî û wiha got: "Di têkoşîna li hemberî dewletê herî zêde jinan daye meşandin. Niha jî jinên ciwan xwedî li çand û nirxên xwe derdikevin. "

Piştî axaftinan Koma Girava Rojê derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Welatiyên ku li tevlî şahiyê bûn ligel muzîkê govend gerandin.

(ho/wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN