DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Yenî Diyarbakirspor dê di Lîga 3'yemîn de bilîze

 
22 Gulan
18:11 2015

AMED (DÎHA) - Rêveberên Tîmên 24 herêman bi civînekê hatin cem hev. Yenî Diyarbakirspor dê di Lîga 3'yemîn de bilîze.

Yenî Diyarbakirspor di 3'yemîn Lîga Spora Totoyê de dilîze di lîstika xwe ya Denîzlî Buyukşehîr Belediyesporê 1-1 wek hev man. Yenî Diyarbakirspor li stadyuma Ataturkê bi Denîzlî Buyukşehîr Belediyesporê hatin beramberî hev û heta dawiya maçê 1-0 li pêş bû. Hakemê musabaqayê di deqeya dawî ya musabaqayê de de penalti da Denîzlîsporê û bi gola ji penaltiyê bûn 1-1. Alîgirên Diyarbakirsporê bertek nîşanî biryara hakem dan û daketin sahê û ji ber vê yekê maç hat betalkirin. Rêveberên Timên 24'ê heremê Tîma Yenî Diyarbakirspor ligê de xwe bikşîne civînek li darxistin. Civîn li Otela Dedemanê pêk hat.

Rêveberên Tîmên 24 herêman bi civînekê hatin cem hev. Piştî piştî civîna ku li çapemeniyê girtî daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Amedspor Îhsan Avci ve hat dayîn. Avci diyar kir ku ev niheqî ne tenê li Yenî Diyarbakirspor, li me hemû Tîmên herêmî hatiye kirin û wiha got: "Em roja sêşem di bi 2 sernav de bi TFF'ê re hevdîtinê pêk bînin. Yek ji sernavan lîzansa hekem were taloqkirin ya din jî navenda Lijneya Hekema divê ji Tîma Yenî Diyarbakirsporê lêborîn bixwazin û îstifa bikin."

Avcî destnişan kir ku Yenî Diyarbakirspor dê lîstikên xwe berdewam bike û wiha axivi: "Me biryara yekîtiya kuluban girt. Ne tenê ji bo tîmên herêmê ji bo hemû tîmên ku neheqî lê tê kirin deriyê me vekiriye. Bila dewlet destê xwe ji lîstikên me bikşîne. "

(rd-vd/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN